Tîtos

Nameya Pawlos a ji Tîtos re

Pêşgotin

Tîtos bawermendekî Yewnanî, hevalkarekî jêhatî yê Pawlos bû. Ev nameya ku Pawlos ji Tîtos re nivîsiye, ji serwerê civîna Girîtê re hatiye şandin (1:5). Tîtos hevalkarekî Pawlos e (Korîntî II, 2:13; 7:6, 13; 8:23) û xortekî ji her awayî ve dilsoz e (Korîntî II, 2:12-18; 8:16-18). Pawlos, Tîtos jî bi xwe re bir û çû Orşelîmê, da ku wê Mizgîniya ku dida, ji bawermendên sereke re bêje. (Galatî 2:1-3). Herweha Tîtos, wek qasidê Pawlos carekê çû Korîntê jî (Korîntî II, 8:16-17). Navê Tîtos di Tîmotêyos II, 4:10an de jî derbas dibe. Çaxê Pawlos ev name nivîsî, hingê ew azad bû û dixwest Tîtos li Nîkopolîsê (Dalmatyayê) bibîne û di vê nameyê de wî gazî ba xwe dike. Çawa ku ji nameyê jî tê fêmkirin Pawlos û Tîtos bi hev re çûn Girîtê. Pawlos, Tîtos li Girîtê hişt, da ku di civînan de rihspiyan kifş bike. Pawlos di şîretên xwe de yên ku ji Tîtos re ne li ser taybetiyên wan kesên ku wê rêberiya civînan bikin jî radiweste.

Ev name dikare bi vî awayî bê beşkirin:
I. Silav 1:1-4
II. Serwerên civînê û berpirsiyariya wan 1:5-16
III. Berpirsiyariya bawermendan a di civînê de 2:1-15
IV. Şîret û hîndarî 3:1-11
V. Paşgotin 3:12-15

Silav

1 Ji Pawlosê* xulamê Xwedê û Şandiyê Îsa Mesîh: Ji bo baweriya bijartiyên Xwedê û zanîna rastiya bi jiyana xwedayî* ve girêdayî ye, ez hatime gazîkirin. 2 Ev ji hêviya jiyana herheyî tê. Xwedayê ku derewan nake, ji beriya destpêka deman ve jiyana herheyî soz da 3 û di wextê xwe de bi danezana peyva* xwe eşkere kir. Li gor emrê Xilaskarê me Xwedê xizmeta belavkirina vê daxuyaniyê bi ewlehî ji min re hat dayîn.
4 Ji Tîtos re, ku di baweriya* me ya hevpar de kurê min ê rast e: Kerem û aştî ji Bav Xwedê û ji Xilaskarê me Mesîh Îsa li ser te be.

Tîtos li Girîtê

5 Min ji bo vê yekê tu li Girîtê hiştî, da ku tu kêmahiyan sererast bikî û wek ku min ji te re gotiye tu di her bajarî de rihspiyan rakî. 6 Divê rihspî bêqusûr be, mêrê jinek tenê be, zarokên wî bawermend bin û navê wan bi bêedebî û bi neguhdarî derneketibe. 7 Çimkî çavdêrekî ku şahneyê* Xwedê be, divê bêqusûr be, xwe dernexe pêş, zû hêrs nebe, ne bindestê şerabê be, ne zordar be, li pey qezenca ne rast nekeve; 8 lê divê mêvanperwer be, xêrxwaz be, sergiran be, dadperwer* be, pak be, bikare nefsa xwe, 9 ji dil û can wek ku hatiye hînkirin, bi peyva dilsoz ve girêdayî be; da ku hem di hîndariya saxlem de perwerdekar be û hem jî bikare şaşiyên ên ku li hember derdikevin derew derxe.

10 Gelek mirovên serhişk, kelkelo û xapînok jî hene; bi taybetî yên ku ji nav Cihûyan hatin. 11 Divê devê wan bê girtin, çimkî ew ji bo qezenca xwe ya qirêjî tiştên ku divê neyên hînkirin, hîn dikin û malan bi tevahî xera dikin. 12 Yekî ji wan, pêxemberekî wan gotiye: «Girîtî hergav derewkar in, cenawirên xerab û tiralên xwera ne.» 13 Ev şahidî rast e. Ji ber vê yekê bi hişkî dengê xwe li wan hilde, da ku ew di baweriyê* de saxlem bin. 14 Tu guhê xwe nede çîrokên Cihûyan û emrên wan ên ku rastiyê red dikin. 15 Ji paqijan re her tişt paqij e, lê ji nepakan û bêbaweran re tu tişt ne paqij e; hem hişê wan û hem jî wijdana wan nepak bûye. 16 Bi eşkereyî dibêjin ku ew Xwedê nas dikin, lê ew bi kirinên xwe wî înkar dikin. Ew lewitî ne, neguhdar in û ji bo her karê qenc bêkêr in.

Hînkirina Saxlem

2 Lê heçî tu yî, çi li hîndariya saxlem tê, tu wê bêje. 2 Ji zilamên pîr re bêje bila di hedê xwe de bin, giran û sergiran bin û di bawerî, hezkirin û bîhnfirehiyê de saxlem bin. 3 Bi vî awayî, ji jinên pîr re jî bêje ku bila ew di kirinên xwe de hurmetkar bin. Bila ne buxtanê bikin û ne jî bibin bindestê şerabê, bila ya qenc hîn bikin. 4 Bi vî awayî bila jinên ciwan terbiye bikin, ku ji mêrê xwe û zarokên xwe hez bikin, 5 sergiran bin, dilpak bin, mala xwe baş îdare bikin, qenc bin û bi ya mêrê xwe bikin, da ku çêrî peyva Xwedê neyê kirin.
6 Bi vî awayî, şîretan li xortan jî bike ku sergiran bin. 7 Di her tiştî de ji bo kirinên qenc bibe mînak. Di hînkirina xwe de durust û giran be, 8 bila tu kes nekare rexne li peyva te bigire, wusa ku yên li hember me ne, şermî bibin û tiştekî xerab ê ku li ser me bêjin tunebe. 9 Ji xulaman re bêje ku bi ya axayên xwe bikin û di her tiştî de li wan xweş bên û bersîva wan nedin. 10 Nedizin, dilsoziyeke tam û baş nîşan bidin, da ku di her tiştî de hînkirina Xilaskarê me Xwedê bê xemilandin.

11 Çimkî kerema Xwedê ya ku ji hemû mirovan re xilasiyê tîne, xuya bû 12 û me perwerde dike ku em nepakiyê û xwestekên dinyayê red bikin û rast, sergiran û bi tirsa Xwedê li vê dinyayê bijîn 13 û li benda hêviya pîroz* û xuyabûna rûmeta Xwedayê mezin û Xilaskarê xwe Îsa Mesîh bimînin. 14 Wî xwe ji bo me feda kir, da ku me ji her neheqiyê rizgar bike û ji xwe re paqij bike û bike gelê ku ji bo kirinên qenc bi xîret e. 15 Bi hemû desthilatiyê van tiştan hîn bike, wan bişidîne û bala wan bikişîne ser sûcê wan. Bila tu kes te kêm nebîne.

Kirina Tiştên Qenc

3 Bîne bîra wan ku desthilatiya serok û hukûmetan qebûl bikin, bi ya wan bikin û ji bo her karê qenc amade bin. 2 Bila çêrî kesî nekin, şerûd nebin, nerm bin û ji hemû mirovan re berbiwêr bin. 3 Çimkî demekê em bi xwe jî bêfêm, neguhdar, xapiyayî, xulamên kêf û xwestekên cûr bi cûr bûn. Me jiyana xwe bi xerabî û çavnebariyê derbas dikir; her kesî ji me nefret dikir û cênika me jî ji hev diçû. 4 Lê çaxê ku qencî û hezkirina Xilaskarê me Xwedê xuya bû, 5 wî em, ne ji ber kirinên rast ên ku me kirine, lê li gor rehma xwe, em bi şuştina jinûveçêbûnê û bi nûkirina Ruhê* Pîroz xilas kirin. 6 Xwedê, bi destê Xilaskarê me Îsa Mesîh, ew Ruh bi zêdehî bi ser me de rijand, 7 da ku bi kerema wî em rastdar derkevin û li gor wê hêviyê em bibin wêrisên jiyana herheyî. 8 Ev peyv dilsoz e.

Ez dixwazim ku tu li ser van tiştan rawestî, da ku yên bawerî bi Xwedê tînin, girîngiyê bidin kirinên qenc. Ev tişt ji bo mirovan qenc û bi kêr in. 9 Lê tu xwe ji devjeniyên bêaqil, navnameyên malbatî, şer û pevçûnên li ser Şerîetê* dûr bixe. Çimkî ev bêkêr û pûç in. 10 Piştî ku te carek du caran şîret kir, xwe ji mirovê cudaker dûr bixe. 11 Tu dizanî ku yekî weha ji rê derketiye, gunehkar e û wî bi xwe, xwe sûcdar derxistiye.

Gotinên Dawî û Silav

12 Gava ez Artemas an Tixîkos* bişînim ba te, bilezîne, da ku tu bêyî Nîkopolîsê ba min. Çimkî min biryar da ku ez zivistanê li wir derbas bikim. 13 Xîret bike, Zênasê qanûnzan û Apolos bi rê bixe, hay jê hebe ku tu kêmahiya wan nebe. 14 Bila yên me jî hîn bibin ku xwe bidin kirinên qenc, da ku ji bo hewcedariyên pêwist bikarin bidin û bêber nemînin.

15 Hemû yên ku bi min re ne silavan li te dikin. Silavan li wan ên ku di baweriyê de ji me hez dikin, bike. Kerem li ser we hemûyan be.