Marqos

Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Marqos

Pêşgotin

Ev kitêb piştî Îsa, di navbera salên 55 û 60an de, wek ku tê fêmkirin li Romayê hatiye nivîsîn. Navê nivîskar di kitêbê de derbas nabe. Bi awayekî giştî tê zanîn ku nivîskar Yûhenna ye, ku bi navê Marqos tê naskirin (Karên Şandiyan 12:25). Marqos bi destê Petrûsê Şandî* (resûl) bawerî bi Mesîh* anî (Petrûs I, 5:13). Navê diya Marqos Meryem bû. Bawermendên pêşî ji bo duakirinê li mala wan diciviyan (Karên Şandiyan 12:12).

Marqos bi Pawlos û Barnabas re beşdarî Gera Mizgîndana pêşî bû (Karên Şandiyan 12:25; 13:5). Herweha di gelek cihên nivîsarê de jî tê dîtin, Marqos dide kifşkirin ku jiyan û karê Îsa* xizmeteke wusa ye, ku bi hêzeke* mezin û bi desthilatiyeke xurt û bêrawestin berdewam dike. Desthilatiya Îsa di hînkirin, derxistina cinan û bexişandina gunehên mirovan de tê dîtin. Bi pêşveçûna bûyeran re dilsoz û bawermendên Îsa bêtir ew fêm dikirin û dijminahiya yên ku li ber wî radibin jî zêdetir dibû. Marqos nozdeh kerametên ku Îsa kirine tîne zimên, ji hînkirina wî bêtir li ser wan radiweste.

Ev nivîsar dikare bi vî awayî bê beşkirin:

  1. I. Yûhennayê imadkar (1:1-13)
  2. II.Xizmeta Îsa Mesîh a li Celîlê (1:14-7:23)
  3. III. Serdana Sûr û Saydayê (7:24-30)
  4. IV. Xizmet û hînkirina li bakûrê Celîlê (7:31-9:50)
  5. V. Dawiya xizmeta li Pêreya û rêwîtiya Orşelîmê (10:1-52)
  6. VI. Îsa li Orşelîmê hîn dike; serwerên Cihûyan wî qebûl nakin (11:1-13:37)
  7. VII. Girtin û xaçkirina Îsa (14:1-15:47)
  8. VIII. Rabûna Îsa ya ji nav miriyan (16:1-8)
  9. IX. Xuyabûna Îsa piştî rabûna wî û hilkişîna wî ya ezmanan (16:9-20)

Danezana Yûhennayê Imadkar
(Metta 3:1-12; Lûqa 3:1-18; Yûhenna 1:19-28)

1

Ev destpêka Mizgîniya* Îsa Mesîhê Kurê* Xwedê ye. 2 Di nivîsara Îşaya* pêxember de weha hatiye nivîsîn:
«Va ye, ez qasidê xwe di pêşiya te de dişînim.
Ewê riya te amade bike. a
3 ‹Dengek li çolê gazî dike:
Riya Xudan* amade bikin,
Şiveriyên wî sererast bikin!› b »
4 Û Yûhennayê* imadkar li çolê derket meydanê, mirov hîn dikirin ku tobe bikin, da ku li gunehên wan bê bihûrtin û ew bên imadkirin. 5 Hemû xelkê Cihûstanê û tevahiya Orşelîmiyan* dihatin ba wî, gunehên xwe eşkere dikirin û di Çemê Urdunê de bi destê wî imad dibûn. 6 Yûhenna cilekî ji pirça devê li xwe kiribû û li pişta wî jî qayîşeke çermîn hebû. Wî kulî û hingivê çolê dixwarin. 7 Wî dida bihîstin û digot: «Yê ku piştî min tê, ji min hêzdartir e û ez ne hêja me ku xwe bitewînim û benên çaroxa wî jî vekim. 8 Min hûn bi avê imad kirin, lê ewê we bi Ruhê* Pîroz imad bike.»

Imadbûn û Ceribandina Îsa
(Metta 3:13-4:11; Lûqa 3:21-22; 4:1-13)

9 Îcar wan rojan Îsa* ji bajarê Nisreta Celîlê* hat û bi destê Yûhenna di Çemê Urdunê de imad bû. 10 Îsa ji avê derket derneket, dît ku ezman qelişî û Ruh* wek kevokekê li ser wî danî. 11 Û dengek ji ezmanan hat: «Tu yî Kurê min ê delal. Dilê min bi te xweş e.»
12 Di cih de Ruh, berê Îsa da çolê, 13 ew çil rojî li çolê ma û ji aliyê Îblîs* ve hat ceribandin. Ew bi heywanên çolê re ma û milyaketan jê re xizmet dikir.

Îsa li Celîlê Dest bi Belavkirina Mizgîniyê Dike
(Metta 4:12-17; Lûqa 4:14-15)

14 Piştî girtina Yûhenna, Îsa hat herêma Celîlê* û dest bi dayîna Mizgîniya* Xwedê kir 15 û got: «Wext hat, Padîşahiya* Xwedê nêzîk bûye; tobe bikin û baweriya* xwe bi Mizgîniyê bînin!»

——————–

a 1:2 Ji: Melaxî 3:1 b 1:3 Ji: Îşaya 40:3

Îsa Gazî Çar Masîgiran Dike
(Metta 4:18-22; Lûqa 5:1-11)

16 Gava ku Îsa di perê Gola Celîlê re diçû, Şimûn* û birayê wî Endrawis dîtin. Wan tor davêtin golê, çimkî ew masîgir bûn. 17 Îsa ji wan re got: «Li pey min werin, ezê we bikim nêçîrvanên mirovan.» 18 Wan jî di cih de torên xwe hiştin û li pey wî çûn. 19 Dema ku Îsa ji wê derê hinekî pêşve çû, kurên Zebedî, Aqûb* û birayê wî Yûhenna* dîtin. Wan di qeyikê de torên xwe vediçinîn. 20 Îsa ew dîtin nedîtin gazî wan kir, wan jî bavê xwe bi karkeran re di qeyikê de hişt û li pey wî çûn.

Îsa Ruhê Nepak Derdixe
(Lûqa 4:31-37)

21 Îcar ew gihîştin Kefernahûmê. Roja* Şemiyê hat û nehat, Îsa çû kinîştê* û dest bi hînkirinê kir. 22 Ew jî li hînkirina wî gelek şaş man. Çimkî wî ne wek Şerîetzanan, lê bi desthilatî hînî wan dikir. 23 Hema hingê di kinîşta wan de mirovek hebû ku ruhê nepak ew girtibû. Wî bi qîrîn got: 24 «Ya Îsayê Nisretî, te çi ji me ye? Ma tu hatî ku me helak bikî? Ez dizanim tu kî yî: Tu Pîrozê Xwedê yî!» 25 Îsa lê hilat* û got: «Deng neke û derkeve!» 26 Ruhê nepak jî ew vehejand û bi dengekî bilind qîriya û jê derket. 27 Hemû heyirîn, ji hev pirsîn û gotin: «Ev çi kar e? Hînkirineke nû! Bi desthilatî ew emir li ruhên nepak dike û ew jî bi ya wî dikin.» 28 Û nav û dengê Îsa zûka li hawirdora Celîlê*, li her cihî belav bû.

Îsa Gelek Nexweşan Qenc Dike
(Metta 8:14-17; Lûqa 4:38-41)

29 Îsa ji kinîştê* derket derneket, bi Aqûb* û Yûhenna* re çû mala Şimûn* û Endrawis. 30 Xesûya Şimûn bi tayêketî radiza. Di cih de ji bo wê, ji Îsa re gotin. 31 Ew jî çû ba wê, bi destê wê girt û rakir. Tayê ew berda û jinikê ji wan re xizmet kir. 32 Êvarê, piştî ku roj çû ava, xelkê hemû nexweş û yên cinoyî* anîn ba wî. 33 Hemû xelkê bajêr li ber derî civiyabû. 34 Îsa gelek kesên bi nexweşiyên cûr bi cûr qenc kirin, gelek cin jî derxistin û nedihişt ku cin gotinekê bêjin. Çimkî wan dizanibû ku ew kî ye.

Îsa Mizgîniya Xwedê di Celîlê de Belav Dike

35 Bi berbangê re, serê sibê zû Îsa rabû û derket, çû cihekî bêpêjin û li wir dua kir. 36 Şimûn û yên bi wî re, li Îsa geriyan 37 û gava ku wan ew dît, jê re gotin: «Her kes li te digere.» 38 Wî ji wan re got: «Em herin cihêkî din, nav bajarên nêzîk, da ku ez li wan deran jî hîn bikim, çimkî ez ji bo vê yekê hatime.» 39 Îcar ew li hemû herêma Celîlê* digeriya û di kinîştên* wan de hîn dikir û cin derdixistin.

Îsa Yekî Kotî Paqij û Qenc Dike
(Metta 8:1-4; Lûqa 5:12-16)

40 Û kotiyek* hat, li ber Îsa çû ser çokan, lava kir û got: «Eger tu bixwazî, tu dikarî min paqij bikî.» 41 Dilê Îsa pê şewitî, destê xwe dirêj kir, li wî da û got: «Ez dixwazim, paqij bibe!» 42 Û di cih de kotîbûn jê çû û ew paqij bû. 43 Îsa bi hişkî tembîh li wî kir, di cih de ew ji ba xwe rêkir 44 û ji wî re got: «Binêre! Ji kesî re tiştekî nebêje. Lê here, xwe nîşanî kahîn* bide û tiştê ku Mûsa* emir kiriye, pêşkêş bike, da ji wan re bibe şahidî, ku tu paqij bûyî.» 45 Lê ew derket, dest pê kir, bi eşkereyî peyivî û ev gotin belav kir, wusa ku Îsa êdî nikaribû bi eşkereyî here bajarekî, lê li derve, li cihên bêpêjin dima. Û xelk ji her aliyî ve dihatin ba wî.

Îsa Felciyekî Qenc Dike
(Metta 9:1-8; Lûqa 5:17-26)

2

Piştî çend rojan, dema ku Îsa vegeriya Kefernahûmê, hat bihîstin ku ew li mal e. 2 Mirov di malê de wusa pirr civiyabûn ku heta li ber derî jî cih nemabû. Îsa peyva* Xwedê hînî wan dikir. 3 Îcar hin mirov hatin, felciyek ku ji aliyê çar kesan ve dihat hilgirtin anîn ba Îsa. 4 Lê gava ji ber elaletê* rê nedîtin ku nêzîkî wî bibin, wan banê xaniyê ku ew lê dima qul kir û mirovê felcî tevî nivînên wî daxistin jêr. 5 Gava ku Îsa baweriya* wan dît, wî ji yê felcî re got: «Lawo, li gunehên te hat bihûrtin.» 6 Hinek Şerîetzan* li wir rûniştibûn û di dilê xwe de digotin: 7 «Ev mirov çima wusa dibêje? Çêran* dike! Ma ji Xwedê pê ve, kî dikare li gunehan bibihûre?»

8 Îsa jî di cih de bi ruhê xwe bi fikrên wan hesiya û got: «Hûn çima tiştên weha di dilê xwe de dibêjin? 9 Ma kîjan hêsanîtir e? Mirov ji yê felcî re bêje: ‹Li gunehên te hat bihûrtin› an bêje: ‹Rabe, nivînên xwe hilîne û rêve here›? 10 Lê ji bo hûn bizanin ku desthilatiya Kurê* Mirov heye ku li ser erdê li gunehan bibihûre…» 11 ji yê felcî re got: «Ez ji te re dibêjim: Rabe, nivînên xwe hilîne û here mala xwe.» 12 Zilam jî rabû, di cih de nivînên xwe hilanîn û li ber hemûyan derket û çû. Hemû jî heyirî man, pesnê Xwedê dan û gotin: «Me tiştekî wusa tu caran nedîtiye!»

Îsa Gazî Lêwî Dike
(Metta 9:9-13; Lûqa 5:27-32)

13 Îsa careke din çû perê golê. Hemû elalet* dihat ba wî û wî jî ew hîn dikirin. 14 Çaxê ku Îsa derbas dibû, Lêwiyê* kurê Halfayos li cihê bacxanê rûniştî dît û jê re got: «Li pey min were.» Ew jî rabû û li pey wî çû. 15 Gava ku Îsa li mala Lêwî li ser xwarinê bû, gelek bacgir* û gunehkar tevî wî û şagirtên* wî li ser sifrê rûdiniştin, çimkî yên li pey wî diçûn gelek bûn. 16 Şerîetzanên* ku Fêrisî* bûn, dema ku Îsa bi bacgir û gunehkaran re li ser sifrê dîtin, ji şagirtên wî pirsîn: «Çima ew bi bacgir û gunehkaran re xwarinê dixwe?» 17 Gava ku Îsa ev bihîst, ji wan re got: «Ne yên saxlem, lê yên nexweş hewcedarê hekîm* in. Ez nehatime gazî yên rast bikim, lê ez hatime gazî yên gunehkar bikim.»

Pirsa Rojîgirtinê
(Metta 9:14-17; Lûqa 5:33-39)

18 Şagirtên* Yûhenna û Fêrisî bi rojî bûn. Hinek hatin ba Îsa û jê pirsîn: «Çima şagirtên Yûhenna û yên Fêrisiyan rojiyê digirin, lê şagirtên te rojiyê nagirin?» 19 Îsa ji wan re got: «Heta zava bi wan re be, ma dibe ku xelkê dawetê rojiyê bigirin? Heta zava bi wan re be, ew nikarin rojiyê bigirin! 20 Lê rojên ku zava ji wan bê standin wê bên. Hingê, wê rojê, ewê rojiyê bigirin.
21 «Tu kes bi perçê qumaşê ku neçûye hev cilê kevin pîne nake. Eger bike, pînê nû ji cilê kevin diqete û cihê qetiyayî hê xerabtir dibe. 22 Û tu kes şeraba nû naxe meşkên kevin. Eger bixeyê, şerab wê meşkan bidirîne, hem şerab ziyan dibe, hem jî meşk. Na, şeraba nû dixin meşkên nû.»

Pirsa Roja Şemiyê
(Metta 12:1-8; Lûqa 6:1-5)

23 Îsa rojeke* Şemiyê di nav dexlan re dibihûrî. Çaxê şagirtên* wî rêve diçûn, dest pê kirin, simbilên genim çinîn. 24 Fêrisiyan* ji Îsa re got: «Binêre! Çima şagirtên te tiştê ku roja* Şemiyê nabe dikin?» 25 Îsa li wan vegerand û got: «Ma we nexwendiye ku Dawid* û yên pê re gava birçî bûn û hewcedariya wan hebû, wî çi kir? 26 Di dema Evyatarê Serokkahîn de ew ket Mala* Xwedê û nanê* pêşberiyê xwar, ku xwarina wî nanî ji bilî kahînan* ji kesî din re çênabe. Bi ser de jî, Dawid nan da yên bi xwe re.» 27 Hingê Îsa ji wan re got: «Roja Şemiyê ji bo mirovan hat danîn, ne ku mirov ji bo roja Şemiyê! 28 Bi vî awayî Kurê* Mirov Xudanê roja* Şemiyê ye jî.»

Qenckirina Mirovekî Desthişkbûyî
(Metta 12:9-14; Lûqa 6:6-11)

3

Îcar Îsa careke din ket kinîştê. Li wê derê mirovek hebû ku destê wî hişk bûbû. 2 Çavên wan li Îsa bûn, ka ewê roja Şemiyê wî qenc bike, da ku wî sûcdar bikin. 3 Îsa ji mirovê ku destê wî hişk bûbû re got: «Ka rabe, li navendê raweste!» 4 Piştre ji wan re got: «Ma di roja Şemiyê de qencîkirin an xerabîkirin, xilaskirina jiyana mirovekî an kuştin cayîz e?» Lê wan devê xwe girt. 5 Îsa bi hêrs li wan ên ku li hawirdora wî bûn nêrî, ji ber serhişkiya wan xemgîn bû û ji zilam re got: «Destê xwe dirêj bike.» Wî jî dirêj kir û destê wî qenc bû. 6 Fêrisî derketin derve û di cih de bi alîgirên Hêrodês* re şêwirîn, ka ewê çawa Îsa bidin kuştin.

Civata li Perê Golê

7 Îsa bi şagirtên* xwe ve xwe da perê golê. Ji Celîlê* elaleteke* mezin li pey wî hat. 8 Gava ku wan kirinên wî bihîstin, ji Cihûstanê, ji Orşelîmê, ji Îdûmeyê* û ji aliyê Urdunê, ji herêma Sûr* û Saydayê gelek mirov hatin ba wî. 9 Hingê Îsa ji şagirtên xwe re got ku ji wî re qeyikekê amade bikin, da ku di nav elaletê de neyê dehfandin. 10 Çimkî wî gelek kes qenc kiribûn, wusa ku yên êşên wan hebûn, ji bo ku destê xwe li wî bidin, li wî teng dikirin. 11 Dema ku ruhên nepak ew didîtin, li ber wî deverû xwe davêtin erdê, diqîriyan û digotin: «Tu Kurê* Xwedê yî!» 12 Lê Îsa hişk li wan emir dikir, da ji kesî re nebêjin ku ew kî ye.

Hilbijartina Her Diwanzdeh Şagirtan
(Metta 10:1-4; Lûqa 6:12-16)

13 Îsa hilkişiya çiyê û kesên ku wî dixwestin gazî ba xwe kirin. Ew jî hatin ba wî. 14 Wî diwanzdeh kes hilbijartin ku bi wî re bimînin û wan bişîne ku Mizgîniyê* bidin, navê wan kir Şandî* 15 û wî desthilatî da wan ku cinan derxin. 16 Diwanzdeh kesên hilbijartî ev in: Şimûn – ku navê wî kir Petrûs* – 17 Aqûbê* Zebedî û birayê wî Yûhenna* – wî navê

Boanerces li wan kir, ku tê mana «Kurên Gurîna Ezmên» – 18 Endrawis, Filîpos, Bertolomeyos, Metta, Tûma, Aqûbê kurê Halfayos, Tedayos, Şimûnê welatparêz 19 û Cihûdayê Îsxeryotî yê ku Îsa da dest.

Îsa û Belzebûl
(Metta 12:22-32; Lûqa 11:14-23; 12:10)

20 Paşê Îsa çû malekê. Dîsa ewqas elalet civiya, wusa ku nikaribûn xwarinê jî bixwin. 21 Dema mirovên wî ev yek bihîstin, derketin ku wî bigirin, çimkî wan digot: «Wî hişê xwe winda kiriye!» 22 Û Şerîetzanên* ku ji Orşelîmê* daketibûn, digotin: «Belzebûl* bi wî re ye. Ew bi destê mîrê cinan, cinan derdixe!» 23 Îsa jî ew gazî ba xwe kirin û bi meselan ji wan re got: «Îblîs* çawa dikare Îblîs derxe? 24 Eger di nav padîşahiyekê de dubendî hebe, ew padîşahî nikare bimîne. 25 Û eger di nav malekê de dubendî hebe, ew mal nikare bimîne. 26 Û eger Îblîs li hember xwe rabe û bi xwe re bikeve dubendiyê, nikare bimîne û êdî dawiya wî hatiye. 27 Lê belê tu kes nikare bikeve mala mêrxasekî û talan bike. Divê pêşî wî mêrxasî girêde û piştre mala wî talan bike.
28 «Bi rastî ez ji we re dibêjim, hemû guneh û çêrên* kurên mirovan wê li wan bên bihûrtin, 29 lê belê kî ku çêrî Ruhê* Pîroz bike, tu caran lê nayê bihûrtin; ew bi gunehê herheyî sûcdar e.» 30 Îsa weha peyivî, çimkî wan digot: «Ruhê nepak bi wî re heye.»

Dê û Birayên Îsa
(Metta 12:46-50; Lûqa 8:19-21)

31 Dê û birayên Îsa hatin, li derve rawestan, yek şandin pey wî û gazî wî kirin. 32 Elalet li dora wî rûdinişt, îcar jê re gotin: «Va ye, diya te û birayên te li derve ne, li te digerin.» 33 Îsa li wan vegerand û got: «Diya min û birayên min kî ne?» 34 Hingê li kesên li dora xwe rûniştî nêrî û got: «Va ne, diya min û birayên min! 35 Kî ku daxwaza Xwedê bîne cih, birayê min, xwişka min û diya min ew e.»

Mesela Erdê Qenc û Neqenc
(Metta 13:1-9; Lûqa 8:4-8)

4

Îsa dîsa li perê golê dest bi hînkirinê kir. Elaleteke wusa mezin li dora wî civiya ku ew li qeyika li ser golê siwar bû û rûnişt. Hemû elalet li perê golê bû 2 û wî gelek tişt bi meselan hînî wan dikir. Di hînkirina xwe de got: 3 «Guhdarî bikin! Cotkar derket ku tov biçîne. 4 Çaxê wî tov direşand, hinek jê ket tenişta rê, teyr hatin û ew xwarin.
5 Û hinek ket ser erdê kevirî yê ku axa wî kêm bû û ji ber ku ax ne kûr bû, ew zû şîn bû. 6 Gava roj hilat, ew kizirî; ji ber ku rayê* wî tunebû, hişk bû. 7 Û hinekî din ket nav stiriyan, stirî mezin bûn û ew fetisandin û wî ber neda. 8 Û hinek ket ser erdekî qenc û şîn bû, mezin bû û ber da, hinekan sî, hinekan şêst, hinekan sed qat ber dan.»
9 Û Îsa ji wan re got: «Ewê ku guhên wî ji bo bihîstinê hene, bila bibihîze.»

Armanca Meselan
(Metta 13:10-17; Lûqa 8:9-10)

10 Gava Îsa bi tenê ma, diwanzdehan û kesên ku li hawirdora wî bûn li ser meselan jê pirsîn. 11 Wî li wan vegerand û got: «Sirên Padîşahiya* Xwedê ji we re hatine dayîn, lê ji bo wan ên ku li derve ne, her tişt bi meselan tê gotin, 12 da ku:
‹Çiqas bibînin jî tênegihîjin;
Çiqas bibihîzin jî fêm nekin;
Nebe ku vegerin û li wan bê bihûrtin.› » c

Şîrovekirina Mesela Erdê Qenc û Neqenc
(Metta 13:18-23; Lûqa 8:11-15)

13 Îsa ji wan re got: «Ma hûn vê meselê fêm nakin? Nexwe hûnê çawa hemû meselan fêm bikin? 14 Cotkar peyvê* diçîne. 15 Yên li tenişta rê, ew cihê ku peyv lê hatiye çandin, ew in ku dibihîzin, lê di cih de Îblîs* tê û peyvê ji dilê wan dertîne. 16 Yên li ser erdê kevirî hatine çandin jî ew in ku gava peyvê dibihîzin, di cih de bi şahî wê qebûl dikin, 17 lê ji ber ku rayê* wan tune, ew tenê demeke kurt dimînin. Dema ku ji bo peyvê cefa û tengahiyê dibînin, zû ji rê derdikevin. 18 Û yên di nav stiriyan de hatine çandin ew in, ku peyvê dibihîzin, 19 lê xema vê dinyayê û xapandina dewlemendiyê û xwestina tiştên din dikevin navê û peyvê difetisînin û peyv bêber dimîne. 20 Û yên di erdê qenc de hatine çandin ew in ku peyvê dibihîzin, qebûl dikin. Hinek sî, hinek şêst û hinek jî sed qatî ber didin.»

Ronahiya Çirayê
(Lûqa 8:16-18)

21 Û Îsa ji wan re got: «Gava qendîlê tînin hundir, ma ji bo ku bixin bin melkebê an jî bin nivînan tînin? Ma ne ji bo danîna ser şamdankê

ye? 22 Tu tiştê veşartî tune ku neyê eşkerekirin, ne jî tiştekî nixumandî heye ku nekeve ber ronahiyê. 23 Guhên kê ji bo bihîstinê hebin, bila bibihîze.» 24 Û wî ji wan re got: «Bala xwe bidin tiştên ku hûn dibihîzin. Hûn bi kîjan pîvanê bipîvin, bi wê pîvanê wê ji we re jî bê pîvandin û bi ser de jî wê bê zêdekirin. 25 Çimkî bi kê re hebe, wê bêtir ji wî re bê dayîn û bi kê re tunebe, tiştê ku pê re heye jî, wê jê bê standin.»

Padîşahiya Xwedê

26 Û Îsa got: «Padîşahiya* Xwedê dimîne vê yekê: Zilamek li erdê tov diçîne. 27 Bi şev radize, bi roj radibe, tov şîn dibe û mezin dibe û mirov nizane ku ev çawa dibe. 28 Erd ji ber xwe ber dide; pêşî zîl dide, piştre diseride, paşê jî liba gihîştî di simbil de dide. 29 Gava ku ber digihîje, mirov êdî dasê davêjê, çimkî dema dirûna wî hatiye.»

Mesela Liba Xerdelê
(Metta 13:31-35; Lûqa 13:18-19)

30 Îsa got: «Gelo em Padîşahiya Xwedê bimînînin çi? An jî em wê bi kîjan meselê bêjin? 31 Ew dimîne liba xerdelê. Gava tê çandin, ji hemû tovên li ser erdê biçûktir e. 32 Lê gava digihîje, ji hemû pincaran mezintir dibe û çiqilên mezin dide, wusa ku teyrên ezmên dikarin di bin siya wê de bi cih bibin.»
33 Bi gelek meseleyên bi vî awayî li gor ku ew têdigihîştin, wî peyv* ji wan re digot. 34 Bê mesele ji wan re tiştek nedigot, lê gava ew bi tenê bûn, ji şagirtên xwe re her tişt vedikir.

Îsa Bagerê Radiwestîne
(Metta 8:23-27; Lûqa 8:22-25)

35 Wê rojê, gava ku bû êvar, Îsa ji şagirtên xwe re got: «Em derbasî wî aliyê golê bibin.» 36 Şagirt ji elaletê veqetiyan, ketin qeyika ku Îsa tê de bû û wan ew bi xwe re bir. Qeyikên din jî bi wî re bûn. 37 Îcar bagereke mezin rabû, pêlan wusa li qeyikê dixist ku êdî ew bi avê tije dibû. 38 Lê Îsa di paşiya qeyikê de serê xwe danîbû ser balgehekê û radiza. Wan ew hişyar kir û gotin: «Mamoste, ma ne xema te ye ku em helak bibin?» 39 Îsa rabû, li bayê hilat* û emir li golê kir: «Raweste, bêdeng be!» Ba sekinî, bêpêjiniyeke mezin çêbû. 40 Îsa ji şagirtan re got: «Hûn çima ditirsin? Ma hê baweriya* we tune?» 41 Tirseke mezin ket ser wan û ji hevdû re gotin: «Gelo ev kî ye ku hem ba, hem jî gol bi ya wî dikin?»

Îsa Yekî Cinoyî Qenc Dike
(Metta 8:28-34; Lûqa 8:26-39)

5

Ew derbasî aliyê din ê Gola Celîlê bûn û gihîştin herêma Girasîniyan. 2 Gava ku Îsa ji qeyikê derket, wê gavê ji nav goristanê mirovek rastî wî hat ku bi ruhê nepak ketibû. 3 Ew di nav goran de dijiya û tu kesî nikaribû bi zincîran jî wî girêde; 4 çimkî gelek caran ew bi qeyd û zincîran girêdabûn, lê wî zincîr qetandibûn û qeyd şikandibûn. Tu kesî nikaribû ew zeft bikira. 5 Hergav, bi şev û roj di goristanan de, li serê çiyan diqîriya û xwe bi keviran birîndar dikir.
6 Gava wî Îsa ji dûr ve dît, bi lez hat, jê re çû ser çokan 7 û bi dengekî bilind qîriya û got: «Ya Îsa, Kurê* Xwedayê Herî Berz, ma te çi ji min e? Ji bo xatirê Xwedê, min nede ezabê!» 8 Çimkî Îsa gotibû: «Hey ruhê nepak, ji vî mirovî derkeve!» 9 Îsa jê pirsî: «Navê te çi ye?» Wî jî got: «Navê min Lejyon* e, çimkî em gelek in.» 10 Wî pirr ji Îsa lava kir ku ew wan neşîne derveyî wê herêmê. 11 Û li wir, li pala çiyê garaneke mezin a berazan diçêriya. 12 Ruhên nepak ji Îsa lava kirin û gotin: «Me bişîne nav berazan ku em bikevin nav wan.» 13 Wî jî destûr da wan, ruhên nepak jî derketin û ketin nav berazan. Ew garana ku nêzîkî du hezar beraz bû, wê xwe di kaşê re avêt golê û xeniqî 14 Gavanên berazan reviyan û ev xeber li bajêr û li gundan belav kirin. Û xelk jî hatin ku tiştên bûyî bibînin. 15 Ew hatin ba Îsa û wan ew mirovê ku lejyoneke* cinan tê de bû, bi cil û li ser hişê xwe û rûniştî dîtin. Hingê ew tirsiyan. 16 Yên ev yeka ku ji wî mirovê cinoyî* re hat kirin û tiştê ku bi berazan hat, dîtin, ji xelkê re gotin. 17 Û wan dest pê kir lava ji Îsa kirin ku ew ji herêma wan here.
18 Gava Îsa ket qeyikê, ew mirovê ku cinoyî bû jê lava kir ku bi wî re here. 19 Lê Îsa nehişt û jê re got: «Vegere mala xwe û ji maliyên xwe re bêje ku Xudan* ji bo te çi kir û çawa li te hat rehmê.» 20 Ew jî çû û eva ku Îsa ji bo wî kiribû li herêma Dêkapolîsê* belav kir û her kes şaş ma.

Vejandina Keçekê û Qencbûna Jinekê
(Metta 9:18-26; Lûqa 8:40-56)

21 Gava Îsa dîsa bi qeyikê derbasî aliyê din bû, elaleteke mezin li dora wî civiya. Ew li perê golê disekinî. 22 Yek ji serekên kinîştê ku navê wî Yayîros bû, hat ba wî. Gava wî Îsa dît, xwe avêt ber lingên wî, 23 jê gelek lava kir û got: «Keçika min a biçûk li ber mirinê ye. Were û destên xwe deyne ser wê, da ku ew qenc bibe û bijî.» 24 Îsa rabû bi wî re çû.
Elaleteke mezin li pey wî diçû û der û dor lê teng dikir. 25 Û jinikek li wir hebû ku ji diwanzdeh salan ve xwîn jê diçû. 26 Wê ji destê gelek hekîman* gelek êş kişandibû û hemû hebûna xwe mezaxtibû, dîsa feyde nedîtibû, lê hê xerabtir bûbû. 27 Jinikê tiştên ku li ser Îsa hatibûn gotin, bihîstibû. Di nav elaletê de ji pişt ve hat û destê xwe li kirasê wî da. 28 Çimkî wê di dilê xwe de digot: «Bi tenê ez destê xwe li kirasê wî bidim, ezê qenc bibim.» 29 Û di cih de xwîna ku jê diçû çikiya û jinikê jî ji bedena xwe fêm kir ku ji êşa xwe qenc bû. 30 Îsa di cih de pê hesiya ku hêzek jê çû, di nav elaletê de zivirî û pirsî: «Kê destê xwe li cilên min da?» 31 Şagirtên wî gotin: «Tu dibînî ku elaletê der û dor li te teng kiriye, hê jî tu dibêjî: ‹Kê destê xwe li min da?›» 32 Lê Îsa çav li dora xwe digerand ku bibîne, kê ev kiriye. 33 Jinikê dizanibû ku çi bi wê hatiye kirin, bi tirs û lerz hat û xwe avêt ber lingên wî û hemû rastî got. 34 Îsa ji wê re got: «Keça min, baweriya* te tu qenc kirî. Bi silamet here û ji êşa xwe sax bibe.»
35 Îsa hê dipeyivî, ji mala serekê kinîştê mirov hatin û gotin: «Keçika te mir. Tu çima hê mamoste diwestînî?» 36 Gava Îsa ev bihîst, wî ji serekê kinîştê re got: «Netirse, bi tenê bawer bike!» 37 Wî nehişt ku ji bilî Petrûs, Aqûb* û birayê wî Yûhenna kes li pey wî bê. 38 Çaxê gihîştin mala serekê kinîştê, Îsa dît ku dikin qîjeqîj, digirîn û diqîrin. 39 Gava ew ket hundir, ji wan re got: «Çima hûn dikin qîjeqîj û digirîn? Zarok nemiriye, lê di xew de ye.» 40 Îcar ew pê keniyan.
Lê Îsa hemû derxistin derve, dê û bavê zarokê û her sê şagirtên xwe birin û ket cihê ku zarok lê bû. 41 Destê zarokê girt û jê re got: «Talîta qûm!» ku bê wergerandin: «Keçikê, ez ji te re dibêjim: Rabe!» 42 Keçik di cih de rabû û geriya. Ew diwanzdeh salî bû. Îcar ew yekcar şaş man. 43 Îsa hişk li wan emir kir ku vê yekê ji kesî re nebêjin û ji wan re got ku xwarinê bidin keçikê.

Îsa li Bajarê Xwe Nisretê Tê Redkirin
(Metta 13:53-58; Lûqa 4:16-30)

6

Îsa ji wir derket û çû bajarê xwe. Şagirtên wî jî li pey wî çûn. 2 Çaxê bû roja Şemiyê, wî di kinîştê de dest bi hînkirinê kir û gelekên ku ew bihîstin, gelek şaş man û gotin: «Vî mirovî ev tişt ji ku derê anîn? Ev çi şehrezayî ye ku jê re hatiye dayîn? Ev çi keramet in ku bi destê wî çêdibin? 3 Ma ev ne xerat e? Ma ev ne kurê Meryemê* û birayê Aqûb, Yûsês, Cihûda û Şimûn e? Ma xwişkên wî ne li vir di nav me de ne?» Bi vî awayî ew ji wî enirîn.
4 Îsa jî ji wan re got: «Pêxemberek* ji bajarê xwe, di nav mirovên xwe de û ji mala xwe pê ve, li cihên din ne bê siyanet* e.» 5 Wî li wê derê nikaribû tu keramet bikira, bi tenê destên xwe danîn ser çend nexweşan û ew qenc kirin. 6 Îsa li bêbaweriya wan şaş ma.

Şandina Diwanzdeh Şagirtan
(Metta 10:5-15; Lûqa 9:1-6)

Îsa li gundên hawirdorê digeriya û hîn dikir. 7 Wî her diwanzdeh gazî ba xwe kirin û dest pê kir, ew cot bi cot şandin û li ser ruhên nepak desthilatî da wan. 8 Li wan emir kir û got: «Ji bo rêwîtiyê ji bilî dar tu tiştî bi xwe re nebin: Ne nan, ne tûr û ne jî di kemberê de pere. 9 Çaroxên xwe bikin piyê xwe, lê du kirasan wernegirin.» 10 Ser ve zêde kir û got: «Her li ku derê ku hûn bikevin malekê, heta ku hûn ji wî cihî derkevin, li wê malê bimînin. 11 Ew cihên ku we qebûl nekin û guh nedin gotina we jî, gava hûn ji wir herin, toza lingên xwe biweşînin, da ku ev ji bo wan bibe şahidî.»
12 Ew jî bi rê ketin û wan hîn kir ku mirov tobe bikin. 13 Wan gelek cin derdixistin û rûn li gelek nexweşan didan û ew qenc dikirin.

Kuştina Yûhennayê Imadkar
(Metta 14:1-12; Lûqa 9:7-9)

14 Û Hêrodês* padîşah ev yek bihîst, çimkî nav û dengê Îsa derketibû. Hinekan digot: «Ev Yûhennayê* imadkar e ku ji nav miriyan rabûye. Ji ber vê yekê karên hêzdar bi destê wî tên kirin.» 15 Lê hinekan jî digot: «Ev Êlyas* e.» Hinekên din jî digotin: «Ev pêxemberek* wek pêxemberên dema berê ye.» 16 Lê gava Hêrodês ev yek bihîst, wî got: «Yûhennayê ku min serê wî jêkiriye, ji nav miriyan rabûye.» 17 Çimkî Hêrodês bi xwe Yûhenna dabû girtin, girêdabû û avêtibû zîndanê. Wî ev ji ber Hêrodiya jina Filîposê birayê xwe kir, çimkî wî ew ji xwe re anîbû. 18 Lê Yûhenna jê re gotibû: «Nabe ku tu jinbira xwe bînî.» 19 Loma kîna Hêrodiya ji Yûhenna hebû, dixwest ku wî bide kuştin, lê bi ser nediket, 20 çimkî Hêrodês ji Yûhenna ditirsiya û ew diparast; ji ber ku dizanibû Yûhenna mirovekî rast û pîroz* e. Gava ku guhê xwe dida gotina wî, ew heyirî dima, lê dîsa jî bi dilxweşî guhdariya wî dikir. 21 Îcar fersendek derket. Hêrodês ji bo rojbûyîna xwe ziyafetek da malmezin, serdarên leşkerî û giregirên Celîlê. 22 Gava keça Hêrodiyayê ket hundir, reqisî û ev yek li Hêrodês û vexwendiyên li ser sifrê rûniştî xweş hat. Hingê padîşah ji keçikê re got: «Tu ji min her çi dixwazî bixwaze, ezê bidim te.» 23 Û wî jê re ji dil sond xwar û got: «Tu ji min her çi bixwazî, ezê bidim te, heta nîvê padîşahiya xwe jî!» 24 Keçik derket û çû ji diya xwe pirsî: «Ez çi bixwazim?» Diya wê jî got: «Serê Yûhennayê imadkar!» 25 Keçik hema bi lez çû ba padîşah û daxwaza xwe jê re got: «Ez dixwazim ku tu niha serê Yûhennayê imadkar li ser sêniyekê bidî min.» 26 Padîşah gelek xemgîn bû. Lê ji ber ku li pêşberî vexwendiyan sond xwaribû, nexwest soza ku daye wê, bişikêne. 27 Padîşah hema celad şand, emir lê kir ku serê Yûhenna bîne. Celad jî çû zîndanê, serê wî jêkir 28 û li ser sêniyekê anî û da keçikê. Wê jî ew bir û da diya xwe. 29 Gava ku şagirtên* Yûhenna ev yek bihîstin, hatin cesedê wî birin û di gorekê de veşartin.

Îsa Pênc Hezar Mirovan Têr Dike
(Metta 14:13-21; Lûqa 9:10-17; Yûhenna 6:1-14)

30 Û Şandî* vegeriyan ba Îsa, her tiştê ku kiribûn û hîn kiribûn ji wî re gotin. 31 Îsa ji wan re got: «Hûn bi serê xwe werin cihekî bêpêjin û piçekî bîhna xwe vedin.» Ji ber ên ku diçûn û dihatin pirr bûn, wan fersend nedidît ku xwarinê jî bixwin. 32 Îcar ew bi serê xwe ketin qeyikekê û çûn cihekî bêpêjin. 33 Lê gelek kesên ku çûna wan dîtin ew nas kirin. Ji hemû bajaran peya bi lez ketin rê û beriya wan gihîştin wir. 34 Çaxê Îsa derket bejê, wî elaleteke mezin dît û dilê wî bi wan şewitî, çimkî mîna miyên bê şivan bûn. Dest pê kir, gelek tişt hînî wan kir. 35 Êdî ji ber ku wext dereng bû, şagirtên* Îsa hatin û jê re gotin: «Ev der cihekî bêpêjin e, wext jî dereng e. 36 Bihêle ku ew herin gund û gundikên der û dorê û ji xwe re tiştên xwarinê bikirrin.» 37 Îsa li wan vegerand û got: «Hûn xwarinê bidin wan!» Şagirtan got: «Ma em herin bi du sed zîvî* nên bikirrin û bi wan bidin xwarin?»
38 Îsa ji wan re got: «Herin binêrin, ka çend nanên we hene.» Gava ku wan zanî, gotin: «Pênc nan û du masî hene.» 39 Wî emir li wan kir ku hemûyan kom bi kom li mêrgê bidin rûniştin. 40 Ew jî ji komên ku ji sed kesî û pêncî kesî pêk hatibûn li erdê rûniştin.
41 Îsa her pênc nan û herdu masî hildan, li ezmên nêrî, şikir kir, nan şikandin û da şagirtên xwe, da ku ew deynin ber elaletê. Û herdu masî jî li hemû elaletê leva* kir. 42 Hemûyan xwar û têr bûn. 43 Ji nan û masiyên ji ber wan mabûn diwanzdeh selik tije parî dan hev. 44 Hejmara yên ku ji wî nanî xwarin pênc hezar mêr bû.

Îsa li ser Avê Rêve Diçe
(Metta 14:22-33; Yûhenna 6:15-21)

45 Gava ku Îsa elalet verêdikir, wî zû pêstûrî li şagirtên xwe kir ku ew li qeyikê siwar bibin û ji beriya wî derbasî aliyê din ê golê, Beytsaydayê bibin. 46 Piştî xatir ji wan xwest, ji bo ku dua bike, çû çiyê. 47 Dema ku bû êvar, qeyik di nava golê de bû û Îsa jî bi serê xwe li perê avê bû. 48 Îsa dît ku şagirt di kişandina bêrikan de gelek zehmet dikişînin, çimkî ba ji hember wan ve dihat. Nêzîkî berbanga sibehê, Îsa li ser golê rêve çû û nêzîkî wan bû. Wî xwest ku di ber wan re derbas bibe, 49 lê gava wan dît ku Îsa li ser golê rêve diçe, wan got qey xeyaletekê dibînin û qîriyan. 50 Çimkî hemûyan jî ew dîtin û bizdiyan. Lê Îsa di cih de bi wan re peyivî û got: «Bi zirav bin! Ez im. Netirsin!» 51 Hingê ew li ba wan, li qeyikê siwar bû û ba rawesta. Şagirt bi carekê şaş man, 52 çimkî wan ew bûyera li ser nên fêm nekiribû; hişê wan giran bûbû.

Îsa di Cênîsartê de Nexweşan Qenc Dike
(Metta 14:34-36)

53 Gava ew derbasî aliyê din bûn,wan qeyik girêda, ketin bejê û hatin bajarê Cênîsartê.* 54 Ew ji qeyikê peya bûn û xelkê di cih de Îsa nas kir. 55 Xelk bi lez li seranserê herêmê geriya, cihê ku Îsa lê bû hîn bûn û hemû nexweş bi nivînên wan ve anîn. 56 Her cihên ku Îsa diçûyê, bajar be, gund be û gundik be, nexweş li ser meydanan vedizelandin û ji bo ku bi tenê destê xwe li rêşiyên* kirasê wî bidin, lava dikirin. Hemû yên ku destê xwe lê didan, qenc dibûn.

Adetên Bav û Kalan
(Metta 15:1-9)

7

Fêrisî û hinek Şerîetzanên ku ji Orşelîmê hatibûn, li dora Îsa civiyan. 2 Û dîtin ku hinek ji şagirtên wî bi destên murdar* xwarinê dixwin, yanî ne bi destên li gor adetê şuştî. 3 – Fêrisî û hemû Cihû adetên bav û kalên xwe digirin, heta ku destên xwe baş neşon, xwarinê naxwin 4 û çaxê ji sûkê tên jî, heta ku avê bi xwe de nekin, naxwin. Gelek adetên din jî hene ku ji bav û kalan distînin û bi cih tînin: Wek şuştina tas, şerbik û firaxên sifir. – 5 Îcar Fêrisî û Şerîetzanan ji Îsa pirsîn: «Çima şagirtên te adetên bav û kalan nagirin, lê bi destên murdar xwarinê dixwin?» 6 Wî li wan vegerand û got: «Îşaya* ji bo we durûyan rast pêxemberîtî kiriye! Wek ku hatiye nivîsîn:


‹Ev gel bi devê xwe rûmetê dide min,
Lê dilê wan ji min dûr e.
7 Bi pûçîtî diperizin* min,
Di hîndariya xwe de, emrên mirovan hîn dikin.› ç
8 «Hûn emrê Xwedê dihêlin û xwe bi adetên mirovî ve girêdidin.» 9 Û wî ji wan re got: «Hûn ji bo adetên xwe çi xweş emrê Xwedê jî didin aliyekî. 10 Çimkî Mûsa gotiye: ‹Qedrê dê û bavê xwe bigire› d û ‹Yê ku tiştê xerab ji dê an bavê xwe re bêje, divê bê kuştin.› e
11 Lê hûn dibêjin: ‹Eger mirovek ji dê an jî ji bavê xwe re bêje: Ew alîkariya ku wê ji min bigihîşta te, «qurban» e›, ku tê mana «diyariyeke ji Xwedê re» 12 êdî hûn nahêlin ew qet tiştekî ji dê û bavê xwe re bike! 13 Bi vî awayî, bi adetên xwe yên ku hûn derbasî nifşên* nû dikin, hûn peyva* Xwedê radikin. Û hûn gelek tiştên weha dikin.»

Tiştên ku Mirov Dilewitînin
(Metta 15:10-20)

14 Îsa careke din elalet gazî ba xwe kir û ji wan re got: «Hûn hemû guhdariya min bikin û fêm bikin. 15-16 Tu tişt tune ku ji derve bikeve hundirê mirov û bikare wî murdar bike, lê ew tiştên ku ji hundirê mirov derdikevin, wî murdar dikin. 17 Gava ji elaletê veqetiya û hat malê, şagirtên wî mana wê meselê pirsîn. 18 Îsa li wan vegerand û got: «Ma hûn jî fêmkor in? Ma hûn fêm nakin, her çi tiştê ku ji derve dikeve hundirê mirov, nikare wî nepak bike. 19 Çimkî ew naçin dilê wî, lê diçin zikê wî û ji wir jî dertên derve.» Bi vê yekê Îsa hemû xwarin helal kirin. 20 Û got: «Ew tiştên ku ji dilê mirov derdikevin, wî murdar dikin. 21 Çimkî ji dilê mirov fikrên xerab derdikevin: Fuhûşî, dizî, kuştin, 22 zîna, çavbirçîtî, xerabî, hîlebazî, bêedebî, çavnebarî, çêr, quretî û bêaqilî. 23 Tevahiya van xerabiyan ji dil derdikevin û mirov murdar dikin.»

Baweriya Jinika Kenanî
(Metta 15:21-28)

24 Îsa ji wê derê rabû çû herêma Sûrê. Çû malekê û nexwest ku kesek pê bizane, lê nikaribû veşartî bimîne. 25 Îcar jinikeke ku ruhê nepak bi keça wê ya biçûk re hebû, gava li ser Îsa bihîst, di cih de hat û xwe avêt ber lingên wî. 26 Jinik Yewnanî* bû û bi eslê xwe ji Fînîkya Sûriyê bû. Wê ji Îsa lava kir ku cin ji keça wê derxe. 27 Îsa ji wê re got: «Bihêle ku pêşî zarok têr bibin, çimkî ne rast e ku mirov nanê zarokan bistîne û bavêje ber kûçikan.» 28 Lê jinikê got: «Erê ya Xudan, lê kûçik jî ji hûrikên zarokan ên bin sifrê dixwin.» 29 Wî ji jinikê re got: «Ji ber vê gotina te, tu dikarî herî, cin ji keça te derketiye.» 30 Jinik çû mala xwe, keçik di nav nivînan de raketî dît û cin jê derketibû.

Mirovekî Kerr û Lal Dipeyive

31 Hingê ji Herêma Sûrê veqetiya, di nav Saydayê re derbas bû, di herêma Dêkapolîsê re hat Gola Celîlê. 32 Mirovekî kerr û lal anîn û jê lava kirin ku destê xwe deyne ser wî. 33 Îsa ew ji elaletê veqetand, tiliyên xwe xistin guhên wî, destê xwe tif da û li zimanê wî da. 34 Çavên xwe ber bi ezmên ve hildan, axîn kişand û got: «Effata!» ku tê mana «Vebe!» 35 Di cih de guhên wî bihîstin, zimanê wî vebû û bi awayekî zelal dest bi peyivînê kir. 36 Îsa tembîh li wan kir ku ji kesî re nebêjin. Lê wî çiqas zêde tembîh li wan dikir, wan ewqas zêdetir bûyer belav dikir. 37 Xelk gelek şaş ma û digotin: «Wî hemû tişt qenc kir: Hem guhên kerran vedike, hem jî lalan dipeyivîne.»

Îsa Çar Hezar Mirov Têr Dike
(Metta 15:32-39)

8

Di wan rojan de dîsa gava ku elaleteke mezin civiya û tiştekî wan tunebû ku bixwin, Îsa gazî şagirtên xwe kir û got: 2 «Dilê min bi vê elaletê dişewite, çimkî ev sê roj e ku bi min re ne û tiştekî wan tune ku bixwin. 3 Eger ez wan birçî bişînim malên wan, ewê di rê de dilbihûrî bibin û hin ji wan jî ji cihên dûr hatine.» 4 Şagirtên wî lê vegerandin û gotin: «Li vê çolê mirov ji ku derê dikare evqas mirovan têr bike?» 5 Îsa ji wan pirsî: «Çend nanên we hene?» Wan got: «Heft.» 6 Îsa li elaletê emir kir ku li erdê rûnin. Wî heft nan hildan, şikir kir, ew şikandin û dan şagirtên xwe ku deynin ber xelkê. Wan jî ew danîn ber wan. 7 Û çend masiyên wan ên biçûk jî hebûn. Îsa ji bo wan jî şikir kir û got: «Van jî deynin ber elaletê.» 8 Wan xwar û têr bûn û wan heft selik ji pariyên bermayî dan hev. 9 Hejmara yên ku xwarin, nêzîkî çar hezar mirov bû. Gava ku Îsa ew verêkirin, 10 di cih de bi şagirtên xwe ve ket qeyikê û çûn herêma Dalmanûtayê.

Fêrisî li Nîşanekê Digerin
(Metta 16:1-4)

11 Fêrisî hatin û bi Îsa re dest bi munaqeşê kirin. Ji bo ku wî biceribînin, nîşanek ji ezmên jê dixwestin. 12 Îsa ji kûr ve axînek kişand û got: «Çima ev nifş* li nîşanekê digere? Bi rastî ez ji we re dibêjim, ji vî nifşî re nîşanek nayê dayîn.» 13 Wî ew hiştin, dîsa ket qeyikê û derbasî aliyê din ê golê bû.

Hevîrtirşkê Fêrisiyan û Hêrodês
(Metta 16:5-12)

14 Îcar şagirtan ji bîr kiribûn ku bi xwe re nên bînin. Li ba wan, di qeyikê de ji nanekî pê ve, tiştek tunebû. 15 Îsa tembîh li wan kir û got: «Hay ji xwe hebin, xwe ji hevîrtirşkê Fêrisiyan û ji hevîrtirşkê Hêrodês biparêzin.» 16 Şagirt di nav xwe de peyivîn û gotin: «Ji ber ku nanê me tune, weha dibêje.» 17 Îsa dizanibû ku ew çi dibêjin û wî ji wan re got: «Hûn çima di nav xwe de dipeyivin ku nanê we tune? Ma hûn tênagihîjin û fêm nakin? Ma hişê we giran bûye?
18 Çavên we hene, ma hûn nabînin?
Guhên we hene, ma hûn nabihîzin?
Ma nayê bîra we, 19 çaxê ku min pênc nan ji bo pênc hezar mirov şikandin, ji pariyên nên we çend selikên tije dan hev?» Wan lê vegerand û gotin: «Diwanzdeh.» 20 «Û gava min heft nan ji bo çar hezar mirov şikandin, we çend selikên tije parî dan hev?» Wan got: «Heft.» 21 Îsa ji wan re got: «Ma hûn hê jî fêm nakin?»

Li Beytsaydayê Qenckirina Korekî

22 Û ew hatin Beytsaydayê. Hinekan mirovekî kor anî ba Îsa û jê lava kirin ku destê xwe deyne ser. 23 Wî jî bi destê mirovê kor girt û ew derxist derveyî gund. Çaxê çavên wî bi tifa xwe şil kirin û destên xwe danîn ser wî, pirsî: «Ma tu tiştekî dibînî?» 24 Wî jî li jorê nêrî û got: «Ez mirovan dibijêrim, mîna daran in û rêve diçin.» 25 Careke din Îsa destên xwe danîn ser çavên wî, mirov bi baldarî nêrî û çavên wî vebûn û her tişt bi zelalî dît. 26 Îsa jî ew şand mala wî û jê re got: «Nekeve nav gund.»

Şahidiya Petrûs a li ser Îsa
(Metta 16:13-20; Lûqa 9:18-21)

27 Îsa bi şagirtên xwe ve çû gundên Qeyseriya Filîpos û di rê de ji şagirtên xwe pirsî: «Li gor gotina xelkê ez kî me?» 28 Wan lê vegerand û gotin: «Hinek dibêjin Yûhennayê* imadkar e, hinek dibêjin Êlyas* e, hinekên din jî dibêjin yek ji pêxemberan e.» 29 Îsa ji wan pirsî: «Lê hûn çi dibêjin? Bi ya we ez kî me?» Petrûs bersîva wî da û got: «Tu Mesîh* î.» 30 Îsa jî li wan hişk emir kir ku li ser wî ji kesî re nebêjin.

Îsa ji pêşî ve li ser Mirin û Rabûna Xwe Dibêje
(Metta 16:21-28; Lûqa 9:22-27)

31 Hingê Îsa dest pê kir şagirtên xwe hîn kirin ku divê Kurê Mirov gelek cefayê bikişîne, ji aliyê rihspî, serekên kahînan* û Şerîetzanan ve bê redkirin, bê kuştin û roja sisiyan rabe. 32 Û wî ev bi eşkereyî got. Îcar Petrûs ew kişand aliyekî û lê hilat. 33 Lê Îsa zivirî û li şagirtên xwe nêrî, li Petrûs hilat û got: «Ji min dûr keve, Îblîs! Çimkî tu ne tiştên xwedayî, lê tiştên mirovî difikirî.»
34 Hingê Îsa elalet û şagirtên xwe gazî ba xwe kirin û ji wan re got: «Eger yek bixwaze li pey min bê, bila xwe înkar bike, rahêje xaça xwe û li pey min bê. 35 Çimkî kî ku bixwaze jiyana xwe xilas bike, ewê wê winda bike; lê kî ku jiyana xwe di ber min û Mizgîniyê de winda bike, ewê wê xilas bike. 36 Mirovek hemû dinyayê bi dest bixe jî, lê jiyana xwe winda bike, çi feyda wî heye? 37 Ma mirov dikare çi di ber jiyana xwe de bide? 38 Kî ku di nav vî nifşê zînakar û gunehkar de ji min û ji gotinên min şerm bike, Kurê* Mirov jî, gava di rûmeta Bavê* xwe de tevî milyaketên pîroz* bê, wê ji ber wî şerm bike.»

9

Û wî ji wan re got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, hin ji van kesên ku li vir radiwestin, heta ku nebînin Padîşahiya Xwedê bi hêz tê, ew mirinê qet tam nakin.»

Dîtina Îsa Diguhere
(Metta 17:1-13; Lûqa 9:28-36)

2 Piştî şeş rojan Îsa Petrûs, Aqûb û Yûhenna birin û ew bi xwe re derxistin çiyayekî bilind; li wir ew bi serê xwe bûn û dîtina wî li ber wan hat guhertin. 3 Cilên wî çîlspî bûn û ewqas dibiriqîn ku li ser rûyê erdê tu cilspîker nikaribû ew wusa spî bikirana. 4 Hingê Êlyas* û Mûsa* li wan xuya bûn û bi Îsa re peyivîn. 5 Petrûs ji Îsa re got: «Mamoste, çiqas qenc e ku em li vir in! Ka em sê holikan çêkin, yekê ji te re, yekê ji Mûsa re û yekê jî ji Êlyas re.» 6 Wî nizanibû ku çi bêje, ji ber ku ew gelek tirsiyabûn. 7 Hingê ewrek derket, li ser wan kir sî û dengek ji ewr hat: «Ev e Kurê* min ê delal! Guhdariya wî bikin!» 8 Ji nişkê ve şagirtan li dora xwe nêrî, ji Îsa pê ve kesek nedîtin.
9 Çaxê ji çiyê dihatin xwarê, Îsa li wan emir kir ku heta Kurê* Mirov ji nav miriyan ranebe, ew ji kesî re tiştên dîtî nebêjin. 10 Şagirtan ev peyv di dilê xwe de girt û ji hevdû pirsîn, ka mana rabûna ji nav miriyan çi ye. 11 Û wan jê pirsî: «Gelo, çima Şerîetzan dibêjin divê pêşî Êlyas bê?» 12 Wî jî ji wan re got: «Bi rastî, pêşî Êlyas tê û her tiştî sererast dike. Lê çima weha li ser Kurê* Mirov hatiye nivîsîn ku ewê gelek cefayê bikişîne û biçûk bê dîtin? 13 Lê ez ji we re dibêjim, Êlyas hatiye û çawa ku li ser wî hatiye nivîsîn, çi ku dilê wan xwest bi wî kirin.»

Îsa Zarokekî Cinoyî Qenc Dike
(Metta 17:14-20; Lûqa 9:37-43)

14 Çaxê hatin ba şagirtên din, dîtin ku li dora wan elaleteke mezin civiyaye û Şerîetzan bi wan re munaqeşê dikin. 15 Îcar gava ku hemû elaletê Îsa dît, gelek ecêbmayî ma û bi bez çûn pêşiya wî û silav danê. 16 Îsa ji wan pirsî: «We bi wan re li ser çi munaqeşe dikir?»
17 Ji nav elaletê mirovekî bersîva wî da: «Mamoste, min kurê xwe yê ku cinekî lalîtiyê pê re heye ji te re anî. 18 Ruh her li ku derê wî bigire, davêje erdê, kef bi ser devê wî dikeve, diranên xwe diqirçîne û req dibe. Min ji şagirtên te hêvî kir ku vî ruhî derxin, lê nikaribûn.»
19 Îsa li wan vegerand û got: «Hey nifşê bêbawer! Heta kengê ezê bi we re bim, heta kengê ezê li we sebir bikim? Wî bînin ba min.» 20 Wan jî kurik anî ba Îsa. Gava ku cin Îsa dît, di cih de kurik vehejand. Ew ket erdê, kef bi ser devê wî ket û gevizî. 21 Îsa ji bavê wî pirsî: «Ji kengê ve ew weha ye?» Wî jî got: «Ji zaroktiya xwe ve. 22 Ruh ji bo ku wî helak bike, gelek caran ew avêt nav êgir û avê. Lê eger tu bikarî tiştekî bikî, li me were rehmê û alîkariya me bike!» 23 Îsa ji wî re got: «Te got: ‹Eger tu bikarî›! Ji bo yê ku bawer* dike her tişt çêdibe.» 24 Wê gavê bavê kurik qîriya û got: «Ez bawer dikim. Alîkariya bêbaweriya min bike!» 25 Gava Îsa dît ku elalet bi bez li wê derê dicive, li ruhê nepak hilat û got: «Hey ruhê kerr û lal, ez li te emir dikim: Ji kurik derkeve û careke din nekeve wî!» 26 Ruh qîriya, bi şid kurik vehejand û jê derket. Û kurik bû wek miriyan, wusa ku pirraniya wan digot: «Ew mir!» 27 Lê Îsa bi destê wî girt û ew rakir. Kurik jî rabû ser xwe. 28 Piştî Îsa çû malekê, şagirtên wî bi serê xwe jê pirsîn: «Çima me nikaribû em cin derxin?» 29 Îsa li wan vegerand: «Cinê bi vî cûreyî ji dua pê ve, bi tu riyên din dernakevin.»

Îsa Careke Din li ser Mirin û Rabûna Xwe Dibêje
(Metta 17:22-23; Lûqa 9:43-45)

30 Ji wir çûn û di nav Celîlê re derbas bûn. Îsa nedixwest ku kes bi vê yekê bizane, 31 çimkî wî şagirtên xwe hîn dikirin û ji wan re digot: «Wê Kurê Mirov bidin destên mirovan, ewê wî bikujin û piştî kuştinê bi sê rojan, ewê rabe.» 32 Lê wan ev gotin fêm nekir û tirsiyan ku ji wî bipirsin.

Yê Mezin Kî Ye?
(Metta 18:1-5; Lûqa 9:46-48)

33 Û ew hatin Kefernahûmê. Gava Îsa li mal bû, ji şagirtan pirsî: «Hûn di rê de li ser çi dipeyivîn?» 34 Lê ew bêdeng man, çimkî di rê de, di nav xwe de peyivîbûn, ka kî ji wan ê herî mezin e. 35 Îsa rûnişt, gazî diwanzdehan kir û ji wan re got: «Eger kesek bixwaze bibe yê pêşî, divê ew bibe yê paşî û xizmetkarê hemûyan.» 36 Îcar wî bi destê zarokekê girt û ew di nav wan de da rawestandin, zarok himbêz kir û ji wan re got: 37 «Kî ku zarokeke weha bi navê min qebûl bike, ew min qebûl dike. Û kî ku min qebûl bike, ne min, lê wî yê ku ez şandime qebûl dike.»

Yê ku ne li Dijî Me Ye, ji Aliyê Me Ye
(Lûqa 9:49-50)

38 Yûhenna ji Îsa re got: «Mamoste, me mirovek dît ku bi navê te cin derdixistin. Lê me nehişt, çimkî li pey me nedihat.» 39 Lê Îsa got: «Rê lê negirin, çimkî tu kes tune ku bi navê min kerametekê bike û zû bikare li ser min bi xerabî bipeyive. 40 Çimkî yê ku ne li dijî me ye, ji aliyê me ye. 41 Bi rastî ez ji we re dibêjim, kî ku tasek av bide we, ji ber ku hûn ên Mesîh in, xelata xwe qet winda nake.

Jirêderketin
(Metta 18:7-9; Lûqa 17:1-2)

42 «Kî ku yekî ji van biçûkên ku baweriyê bi min tînin ji rê derxe, ji bo wî çêtir e ku beraşekî mezin bi stûyê wî ve bê girêdan û bê avêtin deryayê. 43-44 Eger destê te, te bixe guneh, wî jêke! Ji bo te çêtir e ku tu bê dest bikevî jiyanê, lê ne ku bi herdu destên xwe ve herî dojehê, nav agirê ku venamire. 45-46 Eger lingê te, te bixe guneh, wî jêke! Ji bo te çêtir e ku tu bê ling bikevî jiyanê, lê ne ku tu bi herdu lingên xwe ve bêyî avêtin dojehê. 47 Eger çavê te, te bixe guneh, wî derxe! Ji bo te çêtir e ku tu bi çavekî bikevî Padîşahiya Xwedê, lê ne ku tu bi herdu çavan ve bêyî avêtin dojehê. 48 Li wir kurmê wan namire û agirê wê natemire. 49 Çimkî her kes wê bi êgir bê xwêkirin. 50 Xwê qenc e. Lê eger xwê şoriya xwe winda bike, hûnê careke din bi çi şoriya wê bidinê? Bila bi we re tama xwê hebe û bi hev re di aştiyê* de bijîn.»