Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Lûqa
Pêşgotin
Ev kitêb di navbera salên 60 û 80yî de bi destê Lûqa hatiye nivîsîn. Nivîskar Lûqa bi xwe hekîm (textor) û dîrokzan bû. Wî bi zimanekî bilind yê Yewnanî nivîsiye. Lûqa bi Pawlosê Şandî re digeriya û hevaltiya wî ya rêwîtiyê dikir (Karên Şandiyan 16:10; Nameya ji Kolosiyan re 4:14; Nameya ji Filêmon re 24; Tîmotêyos II, 4:11). Nivîskar Lûqa du beşên Peymana Nû nivîsîne: Pêşî ev kitêba ha, Mizgîniya Îsa Mesîh û piştre Kitêba Karên Şandiyan, ku li ser kar û xebata Pawlos û Şandiyên din e. Herdu kitêbên wî ji mirovekî bi navê Têyofîlos re hatine nivîsîn (Lûqa 1:3, Karên Şandiyan 1:1). Maneya navê Têyofîlos ev e: Yê ku ji Xwedê hez dike.
Lûqa gelek hûr û kûr û ji her aliyî ve jiyan, hînkirin, mirin û rabûna Îsa Mesîh rast dide fêmkirin. Armanca Lûqa ev e ku bide xuyakirin ku Îsa Mesîh xilaskar e û xilaskarê dinyayê ye. Çend keramet û meseleyên Îsa hene ku bi tenê Lûqa ser van nivîsiye. Ew gelek girîng in; bo mînak: «Mesela Sameriyê dilpak» û «Mesela kurê windabûyî».
Nivîsara Lûqa dikare weha bê beşkirin:
I. Bûyîna Yûhennayê imadkar; bûyîn û zaroktiya Îsa (1:1-2:52)
II. Xizmeta Yûhennayê imadkar (3:1-20)
III. Imadbûn û ceribandina Îsa (3:21-4:13)
IV. Xizmeta Îsa li Celîlê (4:14-9:50)
V. Rêwîtiya Îsa ji Celîlê heta Orşelîmê (9:51-19:28)
VI. Îsa li Orşelîmê hîn dike; serwerên Cihûyan wî qebûl nakin (19:29-23:56)
VII. Girtin û xaçkirina Îsa
VIII. Rabûna Îsa ya ji nav miriyan û hilkişîna wî ya ezmanan (24:1-53)
Pêşgotin ji Têyofîlos re
1
Ya Têyofîlosê giranbiha,
Gelekan dest bi rêzkirina wan tiştên ku di nav me de çêbûne, kirine, 2 çawa wan kesên ku ji destpêkê ve bi çavên xwe dîtin û peyv* belav kirin, ji me re ragihandin. 3 Loma, ez jî wek yekî ku ji pêşî ve guhê xwe daye hemûyî û lê kolaye, min qenc dît ku ez wan tiştan rêz bi rêz ji te re binivîsim, 4 da ku tu rastiya tiştên ku ji te re hatine hînkirin, bizanî.
Mizgîniya Milyaket li ser Bûyîna Yûhennayê Imadkar
5 Dema Hêrodês* padîşahê Cihûstanê* bû, kahînek* ji koma Ebiya hebû. Navê wî Zekerya bû. Jina wî ji keçên Harûn* bû û navê wê Êlîzabêt bû. 6 Û herdu jî li ba Xwedê rast bûn û li gor hemû emir û qanûnên Xudan* bê kêmahî rêve diçûn. 7 Zarokên wan nebûn, çimkî zarok ji Êlîzabêtê re çênedibûn û herdu jî bi nav salan ve çûbûn.
8 De îcar wusa çêbû, çaxê wî di dora koma xwe de ji Xwedê re xizmeta kahîntiyê dikir, 9 li gor adeta kahîntiyê, pişk li wî ket ku ew here Perestgeha* Xudan* û bixûrê* bişewitîne. 10 Di dema şewitandina bixûrê de tevahiya elaleta* xelkê li derve dua dikir.
11 Hingê milyaketekî Xudan* jê re xuya bû û li aliyê rastê yê gorîgeha* bixûrê rawesta. 12 Gava Zekerya ew dît, şaş bû û tirs ket dilê wî. 13 Milyaket jê re got: «Zekerya, netirse! Çimkî duaya te hat bihîstin û jina te Êlîzabêt, wê kurekî ji te re bîne, tê navê wî Yûhenna* deynî.
14 Û ewê ji te re bibe şahî û geşî
Û gelek wê bi bûyîna wî dilxweş bibin.
15 Çimkî ewê li ba Xudan* mezin be.
Ew şerab û vexwarinên giran qet venaxwe
Û hê di zikê diya xwe de wê bi Ruhê* Pîroz tije be.
16 Ewê gelekan ji zaryên* Îsraêl li Xudan, Xwedayê wan, vegerîne. 17 Û ewê bi ruh* û bi hêza Êlyas* pêxember li pêşiya Xudan here, da ku ew dilê bavan li zarokan û neguhdaran li şehrezayiya dilpakan vegerîne, da ji Xudan re miletekî pêkhatî amade bike.»
18 Zekerya jî ji milyaket re got: «Ma ezê vê yekê bi çi bizanim? Ez pîr im û jina min jî bi nav salan ve çûye.» 19 Milyaket lê vegerand û got: «Ez Cibrayîl im, yê ku li ber destê Xwedê radiweste û ez hatime şandin, da ez ji te re bêjim û vê mizgîniyê bidim te. 20 Va ye, heta wê roja ku ev tişt pêk bê, tê lal bibî û hew bikarî bipeyivî. Çimkî te bi wan gotinên min ên ku di wextê xwe de wê bên cih, bawer* nekir.» 21 Di vê navê de xelk li hêviya Zekerya bû. Ew şaş man, ka çima ew demeke dirêj di Perestgehê* de dima. 22 Û gava ew derket derve, wî nikaribû bi wan re bipeyive û ew têgihîştin ku wî di Perestgehê de dîtiniyek* dîtiye. Wî bi îşaretan ji wan re digot û lal ma. 23 Û gava rojên xizmeta wî temam bûn, ew vegeriya mala xwe. 24 Piştî wan rojan jina wî Êlîzabêt bizaro bû û wê pênc mehan xwe veşart û got: 25 «Va ye, di van rojan de Xudan* ev yek ji bo min kir: Wî li min nêrî û di nav xelkê de şerma min rakir.»
Mizgîniya Milyaket li ser Bûyîna Îsa Mesîh
26 Di meha şeşan de Xwedê milyaket Cibrayîl şand bajarekî Celîlê, ku navê wê Nisret bû, 27 ba keçikeke ku dergistiya mirovekî bi navê Ûsiv bû. Ûsiv ji mala Dawid bû. Navê keçikê jî Meryem* bû. 28 Cibrayîl hat ba wê û jê re got: «Silav li te, ey keçika ku kerema Xwedê li ser e. Xudan* bi te re ye.» 29 Meryem bi vê silavê şaş ma û fikirî, ka ev çi silav e? 30 Milyaket jê re got: «Ya Meryem, netirse! Kerema Xwedê li te bûye. 31 Va ye, tê bizaro bibî û tê kurekî bînî û navê wî Îsa* deynî. 32 Ewê mezin be û wê jê re Kurê Yê Herî Berz bê gotin. Û Xudan, Xwedê wê textê bavê wî Dawid* bide wî. 33 Û ewê her û her li ser mala* Aqûb padîşahiyê bike û dawiya padîşahiya wî nayê.» 34 Meryemê ji milyaket re got: «Ma gelo evê çawa çêbe? Çimkî tu mêr nêzîkî min nebûne.» 35 Milyaket lê vegerand û got: «Ruhê* Pîroz wê bê ser te û tê bikevî bin hêza siya wî Yê Herî Berz. Ji ber vê yekê wê ji wî pîrozê ku wê ji te çêbe re Kurê* Xwedê bê gotin. 36 Û va ye, Êlîzabêt a ku mirova te ye, ew jî bi vê pîrîtiya xwe ve bi kurekî bizaro ye. Ya ku jê re digotin ku zarokan nayne, va ye, ew di heyva xwe ya şeşan de ye. 37 Çimkî tu tişt li ber Xwedê ne zehmet e.» 38 Meryemê got: «Va me, ez cêriya Xudan im. Bila wek ku te gotî, ji min re bibe.» Piştre milyaket ji ba wê çû.
Meryem Diçe Serdana Êlîzabêtê
39 Meryem rabû di wan rojan de bi lez çû nav çiyan, bajarekî ji bajarên Cihûda. 40 Ew gihîşt mala Zekerya û silav li Êlîzabêtê kir. 41 Gava ku Êlîzabêtê silava Meryemê bihîst, zarok di zikê wê de xwe tevda û Êlîzabêt bi Ruhê Pîroz tije bû, 42 û bi dengekî bilind got: «Tu di nav jinan de pîroz* î û berê zikê te pîroz e! 43 Ma ez kî me, heta ku diya Xudanê* min bê ba min? 44 Çimkî gava dengê silava te ket guhê min, zarok ji şahiyê xwe di zikê min de tevda. 45 Xwezî bi wê, ku bawer* kir ew tiştên ku ji aliyê Xudan ve jê re hatine gotin, wê bên cih.»
46 Hingê Meryemê got:
«Canê min pesnê* Xudan dide.
47 Û ruhê min bi Xilaskarê min, Xwedê şa dibe,
48 Çimkî wî li nizimahiya cêriya xwe nêrî.
Îcar ji niha û pê ve, hemû nifş wê ji min re bêjin: ‹Xwezî bi te.›
49 Çimkî Xwedayê hêzdar tiştên mezin ji min re kirin.
Navê wî pîroz e.
50 Û rehma wî nifş bi nifş li ser wan e,
Yên ku ji wî ditirsin.
51 Wî bi zendê xwe qudreta xwe nîşan da,
Û wî, yên di dilê xwe de pozbilind ji hev belav kirin.
52 Wî, yên mezin ji textên wan anîn xwarê,
Û yên nizim bilind kirin.
53 Yên birçî bi tiştên qenc têr kirin,
Û yên dewlemend destvala rêkirin.
54 Wî rehma xwe anî bîra xwe
Û alîkariya xulamê xwe Îsraêl kir,
55 Çawa ku ji bav û kalên me re,
Ji Birahîm* û dûndana* wî re
Soza xwe ji bo her û her daye.»
56 Meryem nêzîkî sê mehan li ba Êlîzabêtê ma û paşê vegeriya mala xwe.
Bûyîna Yûhennayê Imadkar
57 Gava dema zarokanîna Êlîzabêtê hat, wê kurek anî. 58 Cîran û mirovên wê bihîstin ku Xudan rehmeke mezin li wê kiriye û ew jî bi wê re şa bûn. 59 Û di roja heştan de ji bo sinetkirina* kurik hatin û xwestin, navê bavê wî Zekerya lê bikin. 60 Lê diya wî li wan vegerand û got: «Na, navê wî wê Yûhenna* be.» 61 Wan jê re got: «Di nav mirovên te de kesek bi vî navî tune.» 62 Îcar wan bi îşaretan ji bavê wî pirsî, ka ew dixwaze çi navî li wî bike 63 Wî nivîsdekek xwest û weha li ser nivîsî: «Navê wî Yûhenna ye.» Û hemû şaş man. 64 Di cih de dev û zimanê wî vebûn, peyivî û pesnê Xwedê da. 65 Tirs ket dilê hemûyên ku li dora wan rûdiniştin û li seranserê çiyayên Cihûstanê* li ser van tiştan hat peyivîn. 66 Û hemûyên ku ev tişt bihîstin, ew xistin dilê xwe û gotin: «Gelo ev zarok wê bibe çi?» Çimkî destê Xudan li ser wî bû.
Pêxemberîtiya Zekerya
67 Û bavê wî Zekerya bi Ruhê* Pîroz tije bû, wî pêxemberîtî kir û got:
68 «Pesin ji Xudan Xwedayê Îsraêl re,
Ku ew hat serdana gelê xwe û wî ew bi berdêl xilas kir.
69 Wî ji mala xulamê xwe Dawid
Strûhekî* xilasiyê* ji me re rakir,
70 – Çawa ku wî hê ji berê ve bi devê pêxemberên* xwe yên pîroz gotibû –
71 Ku em ji dijminên me û ji destê hemûyên ku ji me nefret dikin, xilas bike,
72 Da li bav û kalên me bê rehmê,
Û peymana* xwe ya pîroz,
73 Wê sonda ku ji bavê me Birahîm* re xwaribû, bîne bîra xwe
74-75 Ku em ji destê dijminên xwe xilas bibin
Û bê tirs li ber wî di hemû rojên jiyana xwe de
Bi paqijî û rastî biperizin* wî.
76 Û tu jî, zaroko, wê ji te re pêxemberê Yê Herî Berz bê gotin,
Çimkî tê di pêşiya Xudan de herî, da ku tu riyên wî amade bikî
77 Û ji bo lêbihûrtina gunehên wan,
Xilaskirinê bi gelê wî bidî zanîn.
78 Ji rehm û dilovaniya Xwedayê me,
Wê ji jor, wek ku roj hiltê, bê serdana me,
79 Da ronahiyê bide wan ên ku di tariyê de
Û di bin siya mirinê de rûniştine
Û ewê berê lingên me bide ser riya silametê.»
80 Kurik mezin dibû û bi ruh bi qewet dibû û heta bi wê roja ku ew ji Îsraêl re xuya bû, li çol û çolistanan ma.
Bûyîna Îsa Mesîh
(Metta 1:18-25)
2
Di wan rojan de Qeyser Awgûstos emir da, ku hemû xelkên dinya Romayê bên jimartin. 2 Di wê demê de, gava Kûrênyos serdarê Sûriyê bû, ev hejmartina pêşî bû ku hat kirin. 3 Û her kes çû bajarê xwe, da ku xwe bide nivîsîn. 4 Ûsiv jî ji bajarê Nisreta Celîlê* çû Beytlehmê, bajarê* Dawid ê li Cihûstanê, çimkî ew ji mala Dawid û ji bavikê wî bû. 5 Ew çû wê derê, da ku xwe bi dergistiya xwe Meryemê re bide nivîsîn. Dergistiya wî jî bizaro bû. 6 Gava ew li Beytlehmê bûn, dema zarokanîna wê hat 7 û wê kurê xwe yê nixurî anî. Wê zarokê xwe di pêçekê de pêça û di afirekî de danî, çimkî cihê wan li mêvanxanê tunebû.
Şivan û Milyaket
8 Îcar li wê derdorê şivanan bi şev li çolê li ber keriyên xwe nobe digirt. 9 Milyaketekî Xudan ji wan re xuya bû û rûmeta Xudan hawirdora wan kir ronahî. Tirseke mezin ket ser wan. 10 Milyaket ji wan re got: «Netirsin! Ez hatime, ku ez mizgîniya şabûneke mezin bidim we, ku ji tevahiya gel re ye. 11 Îro li bajarê* Dawid xilaskarek ji we re çêbûye. Ew jî Xudan* Mesîh* e. 12 Bila ev ji we re bibe nîşan: Hûnê zarokekî di pêçekê de pêçayî û di afirekî de razayî bibînin.» 13 Û ji nişkê ve ordiyeke leşkerên ezmên bi milyaket re xuya bûn, pesnê Xwedê didan û gotin:
14 «Li bilindahiyan ji Xwedê re rûmet
Û li ser erdê li ser wan ên ku Xwedê ji wan razî ye silamet.»
15 Çaxê milyaket ji dora wan hilkişiyan ezmên, şivanan ji hev re got: «De werin, em herin Beytlehmê û vî tiştê bûyî yê ku Xudan bi me daye zanîn, bibînin.» 16 Îcar ew bi lez çûn. Wan Meryem, Ûsiv û zarokê di afir de razayî dîtin. 17 Gava ew dîtin, wan ew xebera ku li ser zarok bihîstibûn, belav kirin. 18 Hemûyên ku ev bihîstin, li tiştên ku şivanan ji wan re got, şaş man. 19 Lê Meryemê ev xeberên ha hemû di dilê xwe de hildianîn û kûr li ser wan difikirî. 20 Şivan vegeriyan; ji bo tiştên dîtî û bihîstî pesnê Xwedê didan û rûmet didanê. Her tiştî, bi awayê ku ji wan re hatibû gotin dîtibûn.
21 Çaxê heşt roj temam bûn, ew hat sinetkirin û navê wî Îsa* danîn, wek ku hê berî ew bikeve zikê diya xwe, milyaket gotibû.
Pêşkêşkirina Îsa ji Xwedê re
22 Û gava rojên paqijbûna wan li gor Şerîeta* Mûsa temam bûn, zarok birin Orşelîmê, da ku wî pêşkêşî Xudan bikin, 23 wek ku di Şerîeta Xudan de hatiye nivîsîn: «Her zarokê nêr ê nixurî wê nedrê Xudan be» a 24 û li gor gotina Şerîeta Xudan «Cotek kevokên qumrî, an du ferxên kevokan» b jê re bikin gorî. 25 Hingê li Orşelîmê mirovek hebû, ku gelek rast û xwedêtirs bû. Navê wî Şimûn bû. Ew li hêviyê bû ku Îsraêl bê handan. Ruhê* Pîroz li ser wî bû. 26 Û Ruhê Pîroz bi wî dabû zanîn ku berî dîtina Mesîhê* Xudan, ew mirinê nabîne. 27 Bi rêberiya Ruh ew hat Perestgehê. Gava dê û bavê wî, ji bo pêkanîna Şerîetê, Îsayê zarok anîn Perestgehê, 28 Şimûn rahişt wî û ew xist himbêza xwe, wî pesnê Xwedê da û got: 29 «Ya Xudan, niha li gor gotina xwe Xulamê xwe bi silamet berde. 30 Çimkî çavê min xilaskirina te dît, 31 A ku te li ber çavê hemû miletan amade kiriye: 32 Ronahiya ku çavê miletan vedike Û rûmeta ji bo gelê te yê Îsraêl e.» 33 Dê û bavê wî li wan gotinên Şimûn gelek şaş man. 34 Şimûn ew pîroz kirin û ji diya wî Meryemê re got: «Ev zarokê ha ji bo ketin û rabûna gelekan li Îsraêlê hatiye danîn û ew nîşanek e ku li hember derkevin, 35 da ku fikrên dilê gelekan bên kifşkirin. Û şûrek wê di dilê te re jî here, wî qul bike.»
36 Û li wê derê pêxemberek hebû, navê wê Hana bû. Ew keça Fanowêl û ji eşîra Aşêr bû. Ew gelek pîr bû û piştî keçkaniya xwe heft salan bi mêrê xwe re mabû 37 û piştre heta heştê û çar salan jinebî mabû. Wê dev ji Perestgehê bernedida û bi şev û roj bi dua û rojî diperizî* Xwedê. 38 Ew jî di wê kêlîkê de hat, pesnê Xwedê da û wê li ser wî ji yên ku li hêviya xilasiya Orşelîmê bûn re got.
Meryem û Ûsiv bi Kurik re Vedigerin Bajarê Nisretê
39 Û çaxê wan li gor Şerîeta* Xudan her tişt pêk anî, vegeriyan bajarê xwe Nisreta Celîlê. 40 Îcar zarok mezin dibû, bi hêz dibû û bi şehrezayiyê tije dibû û qenciya Xwedê jî li ser wî bû.
Îsayê Diwanzdeh Salî li Perestgehê
41 Dê û bavê wî her sal di Cejna Derbasbûnê de diçûn Orşelîmê. 42 Gava Îsa dibû diwanzdeh salî, ew li gor adeta cejnê dîsa hilkişiyan Orşelîmê. 43 Piştî ku wan rojên cejnê temam kirin û vegeriyan, Îsayê zarok li Orşelîmê ma. Haya dê û bavê wî jê tunebû. 44 Di gumana wan de ew jî di nav koma rêwiyan de ye û ew rojekê rêve çûn. Hê ji nû ve di nav mirov û nasên xwe de li wî geriyan. 45 Gava wan ew nedît, ew vegeriyan Orşelîmê û lê geriyan. 46 Di roja sisiyan de wan ew di Perestgehê de dît. Ew di nav mamosteyên Şerîetê de rûniştî bû, guh dida wan û pirs ji wan dikirin. 47 Hemûyên ku gotinên wî dibihîstin li şehrezayî û bersîvên wî şaş diman. 48 Dema dê û bavê wî ew dîtin, gelek şaş man. Diya wî ji wî re got: «Kurê min, te çima wusa li me kir? Ez û bavê te, em bi xem û xiyal li te digeriyan.» 49 Wî ji wan re got: «Çima hûn li min geriyan? Ma we nizanibû ku divê ez li mala Bavê* xwe bim?» 50 Lê wan maneya gotinên wî fêm nekir. 51 Îcar Îsa bi wan re daket û çû bajarê Nisretê û bi ya wan dikir. Lê diya wî ev tiştên ha hemû di dilê xwe de hilanîn. 52 Îsa jî bi şehrezayiyê pêşve diçû û mezin dibû; ew li ber Xwedê û li ber mirovan keremdar bû.
Danezana Yûhennayê Imadkar
(Metta 3:1-12; Marqos 1:1-8; Yûhenna 1:19-28)
3
Di sala panzdehan a padîşahiya Qeyser Tîberyos de Pontiyos Pîlatos waliyê Cihûstanê bû, Hêrodês* serwerê Celîlê* bû, birayê wî Filîpos serwerê herêma Îtûrya û Traxonîdayê bû, Lûsanyas serdarê Avêlinyayê bû 2 û Henan û Qeyafa Serokkahîn bûn. Di wê demê de gotina Xwedê li çolê ji Yûhennayê* kurê Zekerya re hat. 3 Îcar Yûhenna çû û li seranserê Çemê Urdunê hîn dikir, ku xelk imad* bibin û tobe bikin, da ku li gunehên wan bê bihûrtin. 4 Çawa ku di kitêba* gotinên Îşaya* pêxember de hatiye nivîsîn:
«Dengê yê li çolê bang dike:
‹Riya Xudan amade bikin
Şiveriyên wî sererast bikin!
5 Her gelî wê tije bibin,
Her çiya û gir wê nizim bibin,
Xwarî wê rast bibin
Û riyên asê wê hilû bibin.
6 Û her mirov wê xilasiya Xwedê bibîne.›» c
7 Îcar elalet* dihatin, da ku ji aliyê Yûhenna ve bên imadkirin. Wî ji wan re got: «Hey têjikên koremaran, kê ji we re gotiye ku hûn ji ber wê xezeba ku tê, birevin? 8 De ka fêkiyê ku li tobekirinê tê, bidin û dest pê nekin û ji xwe re nebêjin: ‹Birahîm bavê me ye.› Ez ji we re dibêjim ku Xwedê dikare ji van keviran jî zarokan ji Birahîm re rake. 9 Ji xwe bivir li ser qurmê daran e. Her dara ku berê qenc nede, wê bê birrîn û bê avêtin nav êgir.»
10 Û elaletê ji wî pirsî û got: «Nexwe em çi bikin?» 11 Wî li wan vegerand û got: «Yê ku du kirasên wî hebin, bila yekî bide wî yê ku tune û yê ku xwarina wî hebe, bila ew jî wusa bike.» 12 Bacgir* jî hatin, da ku imad bibin û gotin: «Mamoste, ma em çi bikin?» 13 Wî ji wan re got: «Ji wî tiştê ku divê hûn bistînin bêtir nestînin.» 14 Leşkeran jî pirsî û gotin: «Lê em çi bikin?» Û wî ji wan re got: «Bêbextiyê li xelkê nekin û bi darê zorê tiştekî ji wan nestînin û bi meaşê xwe razî bin.»
15 Ew xelk hemû di hêviyê de dima û li ser Yûhenna di dilê xwe de digotin: «Ma gelo Mesîh* ev e?» 16 Û Yûhenna bersîva wan da û got: «Ez bi avê we imad dikim, lê yê ji min hêzdartir tê, ku ez ne hêja me, benên çaroxa wî jî vekim. Ewê bi Ruhê* Pîroz û bi êgir we imad bike. 17 Melhêba wî di destê wî de ye, da ku bêndera xwe paqij bike û genim di embara xwe de bicivîne, lê ewê kayê bi agirê ku venamire bişewitîne.»
18 Bi vî awayî wî bi gelek tiştên din jî şîret li xelkê dikir û Mizgînî* bi wan dida bihîstin. 19 Lê gava Yûhenna ji ber jinbira Mîr Hêrodês* Hêrodiya û ji ber hemû xerabiyên din, yên ku wî kiribûn, li wî hilat, 20 Hêrodês li ser hemû xerabiyên xwe ev jî bi ser de zêde kir, ku wî Yûhenna avêt zîndanê.
Imadbûna Îsa
(Metta 3:13-17; Marqos 1:9-11)
21 Gava xelk hemû dihat imadkirin, Îsa jî imad bû. Wê kêlîka ku Îsa dua dikir, ezman vebû 22 û Ruhê Pîroz bi beden di şiklê kevokekê de li ser wî danî û dengek ji ezmên hat û got: «Tu yî Kurê min ê delal. Dilê min bi te xweş e.»
Malbavka Îsa
(Metta 1:1-17)
23 Îsa bi xwe, gava ku dest bi hînkirina xwe kir, nêzîkî sî salî bû. Û wek ku dihat gumankirin ew kurê Ûsiv bû, kurê Elî, 24 kurê Metat, kurê
Lêwî, kurê Melkê, kurê Yannay, kurê Ûsiv, 25 kurê Metîtya, kurê Amos, kurê Nahûm, kurê Heslî, kurê Necay, 26 kurê Mehat, kurê Metîtya, kurê Şêmeyîn, kurê Yûsêx, kurê Yoda, 27 kurê Yûhenan, kurê Rêşa, kurê Zerûbabel, kurê Şaltiyêl, kurê Nerî, 28 kurê Melkê, kurê Êdî, kurê Qosam, kurê Êlmedam, kurê Er, 29 kurê Yêşû, kurê Êliyazêr, kurê Yorîm, kurê Metat, kurê Lêwî, 30 kurê Şimûn, kurê Cihûda, kurê Ûsiv, kurê Yonam, kurê Êlyaqîm, 31 kurê Melya, kurê Mena, kurê Metêta, kurê Natan, kurê Dawid, 32 kurê Yêşa, kurê Ovêd, kurê Bowaz, kurê Selmon, kurê Nehşon, 33 kurê Amînadav, kurê Admîn, kurê Aram, kurê Hesrûn, kurê Perez, kurê Cihûda, 34 kurê Aqûb, kurê Îshaq, kurê Birahîm, kurê Têrah, kurê Nehor, 35 kurê Serûx, kurê Rêwo, kurê Pêlêg, kurê Eber, kurê Şalah, 36 kurê Qênan, kurê Arpexşad, kurê Sam, kurê Nûh, kurê Lamex, 37 kurê Metûşela, kurê Henox, kurê Yarêd, kurê Mahalalêl, kurê Qênan, 38 kurê Enoş, kurê Sêt, kurê Adem*, kurê Xwedê bû.
Ceribandina Îsa
(Metta 4:1-11; Marqos 1:12-13)
4
Û Îsa bi Ruhê Pîroz tije ji Çemê Urdunê vegeriya. Ruh ew bir çolê 2 û ew çil rojî ji aliyê Îblîs* ve hat ceribandin. Wî di wan rojan de tiştek nexwar û gava ew roj derbas bûn, ew birçî bû.
3 Îblîs jê re got: «Eger tu Kurê* Xwedê yî, ji vî kevirî re bêje, bila bibe nan.» 4 Îsa bersîva wî da û got: «Hatiye nivîsîn ku: ‹Mirov ne bi nên tenê dijî.› ç »
5 Îblîs ew derxist bilindahiyekê û di bîhnekê de wî hemû padîşahiyên dinyayê nîşanî wî dan 6 û jê re got: «Ezê hemû vê desthilatiyê û rûmeta van padîşahiyan bidim te; çimkî ew ji min re hatiye dayîn û ez dikarim wê bidim wî yê ku ez dixwazim. 7 Îcar, eger tu ji min re herî ser çokan, hemû wê bibin ên te.» 8 Îsa bersîva wî da û got: «Hatiye nivîsîn ku: ‹Biperize* Xudan Xwedayê xwe û bi tenê ji wî re xizmetê bike.› d »
9 Hingê Îblîs ew bir Orşelîmê, ew danî ser birca Perestgehê û jê re got: «Eger tu Kurê Xwedê yî, ka xwe ji vir bavêje xwarê. 10 Çimkî hatiye nivîsîn: ‹Ewê ji bo te li milyaketên xwe emir bike, da ku ew te biparêzin› 11 û ‹ewê te li ser destên xwe hilgirin, da ku lingê te li kevirekî nekeve.› e » 12 Îsa lê vegerand û got: «Hatiye gotin: ‹Xudan,
Xwedayê xwe neceribîne.› f » 13 Û gava Îblîs hemû ceribandinên xwe xilas kirin, ew wextekê jê dûr ket.
Îsa li Celîlê Dest bi Belavkirina Mizgîniyê Dike
(Metta 4:12-17; Marqos 1:14-15)
14 Û Îsa bi hêza Ruhê Pîroz vegeriya Celîlê û li seranserê wî cihî nav û dengê wî belav bû. 15 Wî di kinîştên* wan de hîn dikir û hemûyan pesnê wî dida.
Îsa li Bajarê Xwe Nisretê Tê Redkirin
(Metta 13:53-58; Marqos 6:1-6)
16 Û ew hat Nisretê, cihê ku lê mezin bûbû û wek adeta xwe, roja* Şemiyê ket kinîştê, rabû ser xwe, da ku ji wan re bixwîne. 17 Kitêba Îşaya pêxember dan wî. Gava wî nivîsara lihevpêçayî vekir, wî ew cih dît ku tê de weha hatibû nivîsîn:
18 «Ruhê Xudan li ser min e,
Çimkî wî ez mesh* kirime,
Da ez Mizgîniyê* bidim belengazan;
Wî ez şandime, da ku ez ji girtiyan re azadiyê
Û ji koran re vebûna çavan bidim bihîstin,
Bindestan azad bikim
19 Û sala Xudan a keremê bidim naskirin.» g
20 Wî kitêb li hev pêça, ew da destê yê berdestî û rûnişt. Çavên hemûyên ku di kinîştê* de bûn, li wî diman. 21 Îcar wî dest pê kir û ji wan re got: «Îro ev nivîsara ku we bihîst, hat cih.» 22 Û hemûyan ew erê kir û li wan gotinên wî yên merdane, yên ku ji devê wî derdiketin, şaş man û gotin: «Ma ev ne kurê Ûsiv e?» 23 Û wî ji wan re got: «Bêguman hûnê vê meselê ji min re bêjin: ‹Hekîmo, de xwe bi xwe qenc bike! De ka wan hemû tiştên me bihîstine ku te li Kefernahûmê kirine, li vê derê, li bajarê xwe jî bike!›» 24 Hingê wî got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, tu pêxember bi dilê xelkên bajarê xwe tune. 25 Lê ez ya rast ji we re dibêjim: Di rojên Êlyas pêxember de, çaxê ku ezman sê sal û şeş mehan hatibû girtin û di tevahiya welêt de xelayeke giran çêbûbû, gelek jinebî li welatê Îsraêlê hebûn. 26 Îcar Êlyas ji tu kesekî ji wan re nehat şandin, belê ji jinebiya ku li herêma Saydayê, li bajarê Sarêfatê dima re hat şandin. 27 Û di dema Êlîşa* pêxember de gelek kotî* li welatê Îsraêlê hebûn û ji nav wan ji Nemanê* ji Sûriyê pê ve, kesekî din nehat paqijkirin.» 28 Gava wan kesên di kinîştê de ev yek bihîst, hemû hêrs ketin 29 û rabûn ser xwe, Îsa ji bajêr derxistin derve, birin ser kendalê girê ku bajarê wan li ser hatibû avakirin, da ku wî ji wê derê bavêjin xwarê. 30 Lê ew di nav wan re derbas bû û çû.
Mirovê bi Cinekî Nepak
(Marqos 1:21-28)
31 Îsa bi xwar ve dageriya Kefernahûmê, bajarekî Celîlê û wî di roja* Şemiyê de hîn kir. 32 Ew li hînkirina wî gelek şaş diman, çimkî ew bi desthilatî peyivî. 33 Di kinîştê* de mirovek hebû ku ruhê cinekî nepak pê re hebû. Wî bi dengekî bilind kir qîrîn û got: 34 «Ax, Îsayê Nisretî, ma te çi ji me ye? Ma tu hatiyî, da ku tu me helak bikî? Ez dizanim tu kî yî, tu Pîrozê* Xwedê yî.» 35 Îsa lê hilat* û got: «Devê xwe bigire û ji wî derkeve!» Cin ew mirov di navendê de avêt erdê, ji wî derket û ziyanek nedayê. 36 Û hemû heyirî man û tirsiyan, ew di nav hev de peyivîn û gotin: «Gelo ev çi gotin e, çimkî ew bi hêz û desthilatî emir li ruhên nepak dike û ew derdikevin?» 37 Êdî nav û dengê wî li her cihê wê herêmê belav bû.
Qenckirina Gelek Nexweşan
(Metta 8:14-17; Marqos 1:29-34)
38 Hingê Îsa ji kinîştê derket û çû mala Şimûn. Xesûya Şimûn tayeke giran girtibû û ji bo wê ji wî lava kirin. 39 Îcar ew raserî wê rawesta û li tayê hilat. Ta ji wê çû û ew di cih de rabû ser xwe û xizmeta wan kir. 40 Çaxê roj çû ava, hemûyan nexweşên xwe yên ku ketibûn êş û janên cûr bi cûr, anîn ba wî. Wî jî destên xwe danîn ser her yekî ji wan û ew qenc kirin. 41 Û ji gelekan jî cin derdiketin, dikirin qîrîn û digotin: «Tu Kurê Xwedê yî.» Wî li wan hilat û nedihişt ku deng ji wan derkeve, çimkî wan dizanibû ku ew Mesîh e.
Danasîna Mizgîniya Padîşahiya Xwedê li Seranserê Welêt
42 Îcar gava bû roj, Îsa derket û çû cihekî ku bêpêjin bû. Elalet* jî lê digeriya û dihatin heta ba wî. Wan dixwest ku wî bigirin, da ku ew ji ba wan neçe. 43 Lê wî ji wan re got: «Divê ez Mizgîniya* Padîşahiya* Xwedê bidim bajarên din jî, çimkî ez ji bo vê yekê hatime şandin.» 44 Û wî di kinîştên Cihûstanê de hîn dikir.
Îsa Şagirtên Xwe Yên Pêşî Hildibijêre
(Metta 4:18-22; Marqos 1:16-20)
5
Rojekê gava Îsa li ber perê Gola Cênîsartê* sekinîbû, elalet li wî teng dikir, da ku gotina Xwedê bibihîzin. 2 Îsa du qeyik li devê golê dîtin. Masîgir ji wan peya bûbûn û torên xwe dişuştin. 3 Îsa li qeyikekê ji wan siwar bû. Ew jî ya Şimûn* bû û ji wî hêvî kir ku qeyikê piçekê ji bejê dûr bixe. Û rûniştî ji qeyikê elalet hîn dikir. 4 Piştî ku wî gotinên xwe xilas kirin, ji Şimûn re got: «Qeyika xwe ber bi kûrahiyê ve bajo, torên xwe bavêjin nêçîra masiyan.» 5 Şimûn lê vegerand û got: «Ya Hosta! Tevahiya şevê me kir û nekir, me tu tişt negirt. Lê li ser gotina te, ezê toran bavêjim.» 6 Gava wan wusa kir, wan ewqas masî girtin ku hindik mabû, torên wan bidirin. 7 Wan bi îşaret kirin şirîkên xwe yên ku di qeyika din de bûn, da ku bên û alîkariya wan bikin. Ew jî hatin û herdu qeyik ewqas dagirtin ku hindik ma bû, ew bin av bibin. 8 Gava Şimûn-Petrûs* ev dît, wî xwe avêt ber çokên Îsa û got: «Ya Xudan, ji min dûr keve, çimkî ez mirovekî gunehkar im.» 9 Çimkî ew û hemû yên ku pê re bûn ji pirrbûna masiyên ku girtibûn, heyirî diman û ditirsiyan, 10 wusa jî Aqûb* û Yûhenna, kurên Zebedî, yên ku şirîkên Şimûn bûn heyirîn. Hingê Îsa ji Şimûn re got: «Netirse! Ji niha û pê ve, tê bibî nêçîrvanê mirovan.» 11 Wan qeyikên xwe kişandin bejê, dev ji her tiştî berdan û li pey wî çûn. Qenckirina Mirovekî Kotî (Metta 8:1-4; Marqos 1:40-45) 12 Gava ku ew li nav bajarekî ji bajaran bû, li wir mirovek hebû ku bedena wî hemû kotî bû. Gava wî Îsa dît, xwe deverû avêt erdê, jê lava kir û got: «Ya Xudan, eger tu bixwazî, tu dikarî min paqij bikî.» 13 Îsa destê xwe dirêj kir, dest li wî da û got: «Ez dixwazim. Paqij bibe!» Û di cih de kotîbûn jê çû. 14 Û Îsa tembîh li wî kir, ku ew vê yekê ji kesî re nebêje, lê jê re got: «Here xwe nîşanî kahîn* bide û wek ku Mûsa emir kiriye, pêşkêşekê bide, da ji wan re bibe şahidî, ku tu paqij bûyî.» 15 Dîsa jî nav û dengê Îsa hê bêtir belav dibû û elaleteke mezin li hev kom dibû, da ku guhdariya wî bikin û ji nexweşiyên xwe qenc bibin. 16 Lê wî xwe dida çolê û dua dikir.
Qenckirin û Lêbihûrtina Mirovê Şil û Şeht
(Metta 9:1-8; Marqos 2:1-12)
17 Rojekê, çaxê wî hîn dikir, Fêrisî* û Şerîetzan* jî li wir rûniştibûn. Ew ji her gundên Celîlê, Cihûstanê û ji Orşelîmê* hatibûn. Hêza Xudan ji bo qenckirina nexweşiyên wan pê re bû. 18 Hingê hin zilaman yekî felcî di nav nivînan de anî û dixebitîn ku wî bînin hundir û deynin ber Îsa. 19 Lê gava wan ji ber elaletê tu rê nedît ku wî bînin hundir, ew hilkişiyan ser bên, keremîtik rakirin û ew tevî nivînên wî daxistin navendê ber Îsa. 20 Gava wî baweriya* wan dît, ji yê felcî re got: «Ey mirovo! Li gunehên te hat bihûrtin.» 21 Şerîetzan* û Fêrisiyan* dest pê kir, fikirîn û gotin: «Ma evê ku çêrî* Xwedê dike kî ye? Ma ji Xwedê pê ve, kî dikare li gunehan bibihûre?» 22 Îsa bi fikrên wan hesiya, wî bersîv da û ji wan re got: «Ma hûn çima tiştên weha di dilê xwe de dibêjin? 23 Ma kîjan hêsanîtir e? Ez bêjim: ‹Gunehên te li te hatin bihûrtin!› an ku ez bêjim: ‹Rabe û rêve here!› 24 Lê ji bo ku hûn bizanin desthilatiya Kurê* Mirov heye ku li ser erdê li gunehan bibihûre», ji yê felcî re got: «Ez ji te re dibêjim, rabe nivînên xwe hilîne û here mala xwe.» 25 Ew jî di cih de li pêş wan rabû ser xwe, rahişt wan nivînên ku ew di nav wan de bû, çû mala xwe û pesnê Xwedê da. 26 Hemû li vê yekê heyirî man, pesnê Xwedê dan, dilê wan tije tirs bû û gotin: «Îro me tiştên ecêb dîtin.»
Îsa Gazî Lêwî Dike
(Metta 9:1-8; Marqos 2:1-12)
27 Piştî vê yekê Îsa derket derve û bacgirekî* rûniştî di bacxanê de dît, ku navê wî Lêwî* bû. Wî jê re got: «Li pey min were.» 28 Wî jî dev ji her tiştî berda, rabû ser xwe û li pey wî çû. 29 Lêwî jê re di mala xwe de ziyafetek da. Li ser sifrê bi wan re hejmareke mezin ji bacgiran û hinekên din rûniştibûn. 30 Îcar Fêrisiyan* û zaneyên wan ên Şerîetê* di serê şagirtên* wî de kirin pitepit û gotin: «Çima hûn bi bacgir û gunehkaran re dixwin û vedixwin?» 31 Îsa li wan vegerand û got: «Ne yên saxlem, lê yên nexweş hewcedarê hekîm* in. 32 Ez nehatime, ku ji bo tobekirinê gazî rastan bikim, lê ez hatim ku gazî gunehkaran bikim.»
Pirsa Rojîgirtinê
(Metta 9:14-17; Marqos 2:18-22)
33 Îcar wan ji Îsa re got: «Şagirtên Yûhenna* gelek rojiyê digirin û dua dikin û yên Fêrisiyan jî wusa dikin, lê yên te dixwin û vedixwin.» 34 Îsa ji wan re got: «Heta ku zava bi wan re ye, ma hûn dikarin ji xelkê dawetê re bêjin: ‹Rojiyê bigirin!› 35 Lê rojên ku zava wê ji nav wan bê standin wê bên. Hingê di wan rojan de ewê rojiyê bigirin.»
36 Wî meselek jî ji wan re got: «Tu kes perçeyekî ji cilekî nû jê nake, ku cilekî kevin pê pîne bike. Eger bike, hem wê cilê nû bidirîne, hem jî ew perçê ji cilê nû bi cilê kevin re li hev nayê. 37 Û tu kes şeraba nû naxe meşkên kevin. Eger weha bike, şeraba nû wê meşkan bidirîne, şerab wê birije û meşk wê ziyan bibin. 38 Lê belê divê şeraba nû bikeve meşkên nû. 39 Û kesek tune ku piştî şeraba kevin vexwe, ya nû bixwaze, çimkî ew dibêje: ‹Ya kevin xweş e.›»
Pirsa Roja Şemiyê
(Metta 12:1-8; Marqos 2:23-28)
6
Rojeke Şemiyê, gava Îsa di nav dexlan re diçû, şagirtên* wî simbil diçinîn, di nav destên xwe de difirikandin û dixwarin. 2 Lê hinekan ji Fêrisiyan* ji wan re got: «Çima hûn tiştê ku roja* Şemiyê nabe, dikin?» 3 Îsa li wan vegerand û got: «Ma we nexwendiye, ku Dawid* çi kir gava ew û yên bi wî re birçî bûn? 4 Çawa ew ket Mala* Xwedê, nanê* pêşberiyê stand, xwar û da wan ên bi xwe re jî, ew nanê ku ji kahînan* pê ve çênabe ku kesek bixwe?» 5 Û wî ji wan re got: «Kurê* Mirov Xudanê* roja Şemiyê ye.»
Îsa Roja Şemiyê Mirovekî Desthişk Qenc Dike
(Metta 12:9-14; Marqos 3:1-6)
6 Rojeke din a Şemiyê ew çû kinîştê* û hîn kir. Li wê derê mirovek hebû ku destê wî yê rastê hişkbûyî bû. 7 Îcar çavên Şerîetzan* û Fêrisiyan* li Îsa bûn, ka ewê roja Şemiyê nexweşiyan qenc bike. Çimkî ew li tiştekî digeriyan, da ku wî sûcdar bikin. 8 Lê wî dizanibû ku ew çi difikirin û ji wî zilamê ku destê wî hişkbûyî bû re got: «Rabe ser xwe û li navendê raweste.» Ew jî rabû ser xwe û rawesta. 9 Hingê Îsa ji wan re got: «Ez ji we dipirsim: Ma di roja Şemiyê de qencîkirin an xerabîkirin, xilaskirina jiyana mirovekî an helakkirin cayîz e?» 10 Û wî li hemûyên hawirdora xwe nêrî û ji wî mirovî re got: «Destê xwe dirêj bike!» Wî jî wusa kir û destê wî qenc bû. 11 Lê ew bi carekê har bûn û bi hevdû şêwirîn, ka ew çi li Îsa bikin.
Hilbijartina Her Diwanzdeh Şandiyên Îsa
(Metta 10:1-4; Marqos 3:13-19)
12 Di wan rojan de Îsa çû çiyê, da ku dua bike. Wî tevahiya şevê bi duakirina li ber Xwedê derbas kir. 13 Û gava bû roj, wî gazî şagirtên* xwe
kir û diwanzdeh ji wan hilbijartin. Wî ji wan re «Şandî»* got: 14 Ew jî ev bûn: Şimûn, yê ku wî navê Petrûs jî lê kiribû û birayê wî Endrawis, Aqûb* û Yûhenna, Filîpos û Bertolomeyos, 15 Metta û Tûma, Aqûbê Halfayos û Şimûn, yê ku jê re Welatparêz digotin, 16 Cihûdayê* kurê Aqûb û Cihûdayê* Îsxeryotî yê ku li Îsa xayîn derket.
Bihîstina Mizgîniyê û Daxwaza Qencbûnê
(Metta 4:23-25)
17 Û ew bi wan re hat xwarê û li nav deştekê rawesta. Û li wir komeke mezin a ji şagirtên* wî û elaleteke mezin ji xelkê hebû. Ew ji seranserê Cihûstanê, ji Orşelîmê* û ji ber keviya deryayê, ji Sûr* û Saydayê hatibûn, da ku guhdariya wî bikin û ji nexweşiyên xwe qenc bibin. 18 Yên ku ji ruhên nepak jî cefa dikişandin, dihatin qenckirin. 19 Û tevahiya elaletê dixebitî ku destê xwe li wî bidin, çimkî hêz ji wî derdiket û hemû qenc dikirin.
Xwezîtî û Nexwezîtî
(Metta 5:1-12)
20 Îcar Îsa çavên xwe ber bi şagirtên xwe ve hildan û got:
«Xwezî bi we belengazan,
Çimkî Padîşahiya* Xwedê ya we ye.
21 Xwezî bi we, hûn ên ku niha birçî ne,
Çimkî hûnê bên têrkirin.
Xwezî bi we, hûn ên ku niha digirîn,
Çimkî hûnê bikenin.
22 Xwezî bi we, gava ku xelk di ber Kurê* Mirov de, ji we nefret bikin, we ji nav xwe derxin, we nizim bikin û navê we bi xerabî derxin. 23 Di wê rojê de şa bin û ji şahiyê bireqisin, çimkî xelata we li ezmên mezin e. Bav û kalên wan jî li pêxemberan wusa dikirin.
24 Lê belê wey li we dewlemendan,
Çimkî we handana xwe standiye.
25 Wey li we, hûn ên ku niha têr in,
Çimkî hûnê birçî bibin.
Wey li we, hûn ên ku niha dikenin,
Çimkî hûnê bikevin şîn û girînê.
26 «Wey li we be, gava ku hemû mirov bi qencî li ser we bipeyivin, çimkî bav û kalên wan jî bi pêxemberên derewîn wusa dikirin.
Ji Dijminên Xwe Hez Bikin
(Metta 5:38-48; 7:12)
27 «Lê ez ji we guhdaran re dibêjim: Ji dijminên xwe hez bikin; qenciyê bi wanên ku ji we nefret dikin, bikin. 28 Duayên qenc ji bo wan bikin, yên ku nifiran li we dikin; ji bo wan ên ku xerabiyê bi we dikin, dua bikin. 29 Yê ku sîleyeke li lama te bixe, ya din jî bide ber. Û eger yek ebayê te ji te bistîne, kirasê xwe jî bi dest ve berde. 30 Bide her kesê ku ji te dixwaze û tiştên xwe ji wî yê ku ji te distîne, bi şûn de nexwaze. 31 Çawa hûn dixwazin ku xelk ji we re bikin, hûn jî wusa ji wan re bikin.
32 «Eger hûn ji wan hez bikin, yên ku ji we hez dikin, gelo çi feyda we wê jê hebe? Çimkî gunehkar jî ji wan ên ku ji wan hez dikin, hez dikin. 33 Û eger hûn qenciyê bi wan bikin, yên ku qenciyê bi we dikin, gelo çi feyda we wê jê hebe? Gunehkar jî wusa dikin. 34 Û eger hûn bi deyn bidin wan ên ku hûn bi hêvî ne ji wan bistînin, gelo çi feyda we wê jê hebe? Gunehkar jî bi deyn didin gunehkaran, da ku tiştê dayî bi şûn de bistînin. 35 Lê belê ji dijminên xwe hez bikin û qenciyê bikin. Bi deyn bidin û li hêviya vegerandinê nemînin. Hingê xelata we wê mezin be û hûnê bibin kurên Yê Herî Berz. Çimkî ew ji nankoran û xeraban re qencîker e. 36 Dilbirehm bin, çawa ku Bavê* we jî dilbirehm e.
Li ser Dadbarkirinê
(Metta 7:1-5)
37 «Dadbar* nekin, hûn jî nayên dadbarkirin; sûcdar dernexin, hûn jî sûcdar nayên derxistin; lê bibihûrin, wê li we jî bê bihûrtin. 38 Bidin, wê ji we re jî bê dan; bi pîvaneke qenc, bihevdedayî, bihevdehejandî û sereavêtî, wê bikeve pêşa we. Çimkî hûn bi çi pîvanê bipîvin, bi wê pîvanê jî wê ji we re bê pîvandin.»
39 Û Îsa meselek jî ji wan re got: «Ma yê kor dikare rêberiya yê kor bike? Ma herdu jî nakevin çalê? 40 Şagirt* ne di ser mamostê xwe re ye; lê her yekê ku di hînbûna xwe de bigihîje, wê bibe wek mamostê xwe. 41 Û çima tu qirşikê di çavê birayê xwe de dibînî, lê girşê di çavê xwe de nabînî? 42 An çawa tu dikarî ji birayê xwe re bêjî: ‹Birawo, bihêle ku ez vî qirşikê di çavê te de derxim›, lê tu girşê di çavê xwe bi xwe de nabînî? Hey mirovê durû! Ka pêşî girş ji çavê xwe derxe, hingê tê zelal bibînî, ku qirşikê di çavê birayê xwe de derxî.
Dar ji Fêkiyê Xwe Tê Naskirin
(Metta 7:17-20; 12:33-35)
43 «Ne dara qenc a ku berê xerab dide heye û ne jî dara xerab a ku berê qenc dide. 44 Her dar ji berê xwe tê naskirin; tu kes ji stiriyan hêjîran nade hev û ne jî ji diriyê tirî diçine. 45 Mirovê qenc ji xezîna dilê xwe ya qenc tiştê qenc derdixe û yê xerab ji xezîna dilê xwe ya xerab tiştê xerab derdixe, çimkî dev ji tijebûna dil dibêje.
Hîmê Du Malan
(Metta 7:24-27)
46 «Û çima hûn ji min re dibêjin: ‹Ya Xudan, Ya Xudan› û ew tiştên ku ez dibêjim, hûn nakin? 47 Ez nîşanî we bidim, ka her kesê ku tê ba min û peyvên min dibihîze û wan tîne cih, wek kê ye: 48 Ew wek mirovekî ye ku xaniyek ava kir. Wî kola û kûr kir û bingeha xênî li ser latê danî. Gava lehî rabû, pêlên wê li xênî dan, lê nikaribûn xênî ji cih bilebitînin, çimkî ew saxlem hatibû avakirin. 49 Lê ewê ku peyva min dibihîze û nake, ew mîna mirovekî ye ku xaniyek li ser axê, bê bingeh ava kir. Lehiyê li xênî da û ew di cih de hilweşiya û ketina wî xaniyî gelek dijwar bû.»